Li Şarezûr 6'emîn Mihrîcana Payîzê pêk hat

Bi hevkariya Nûnertiya Rêxistina Demokratîk a Şarezûr û Koma Xanimên Destrengîn a Şarezûrê, 6'emîn Mihrîcana Payîzê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek berhemên karê dest ên jinan hatin nasandin.

MÎHRÎBAN SELAM

Şarezûr – Duh êvarê li bajaroka Şarezûr, 6. Mihrîcana Peyîzê bi hevkariya Nûnertiya Rêxistina Demokratîk a Şarezûr û Koma Xanimên Destrengîn a Şarezûrê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de 60 jinên destrengîn bi berhemên xwe yên karê dest amade bûn. Di mihrîcanê de berhemên karê destê jinan, xwarinên kurdewarî, şêrînayî, tablo û pirtûk hatin nasandin. Mihrîcan rojek dom kir.

‘Mihrîcan ji bo nasandina berheman gelek baş in

Geşîn Elî Mehmûd yek ji wan jinan bû ku bi berhemên tablo beşdarî mihrîcanê bû. Geşîn wiha got: “Ev demeke ez di xebitim û dixwazim tabloyên min di her malekê de bin. Bi kalîteyek gelek baş çêdikin. Ev cûreyên mihrîcanan ji bo nasandina berhemên me gelek baş e. Peyama min ji bo jinan ew e ku kêrhatiyên xwe di projeyên baş de bikar bînin.”

‘Bi derfetên xwe dixebitim’

Berhemên karê dest û aksesuarên jinan beşek din a çalakiyên mihrîcanê ne. Darbîn Hemze ku bi aksesuarên jinan beşdar bûye wiha got: “Ev sala sêyem e ku ez beşdarî mihrîcanê dibim. Her cûrê berhemên min hene. Bikirên min li Silêmanî û Helebce hene. Her çiqax xwendekar bim jî li gorî derfetên xwe dixebitim.”

Di mihrîcanê de ji karê dest cûda, bijîşkek bi navê Saye Kawe bê pereli  nexweşan nihêrt. Dr. Saye got: “Min biryar da beşdar bibim. Ev cûreyên mihrîcanan hêza jinan nîşan dide.”