Li Îzmîrê Havva Ç. rastî êrîşa bi kêrê hat

Li Konaka Îzmîrê êrîşeke hovane li dijî jinek çêbû, di encamê de ji gelek derên xwe bi derbên kêrê birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê cînayetên jinan her roja diçe zêdetir dibin. Jinên ku der barê jiyana xwe de biryaran didin, bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Jiyana jinan bi rêbazên herî hovane ji aliyê mêran ve tê bidawîkirin.

Nûçeyeke din a tundiyê jî ji navçeya Konaka Îzmîrê hat. Havva Ç. rastî êrîşa E.D yê bi wî pê re dijiya hat. E.D wê derb kir, piştre bi kêrê ew dîl girt û çûndina wê ya ji malê asten gkir. Cîranên ku bihîstin jin alîkarî dixwaze, rewşê ragihandin. E.D bi kêra di destên xwe de jinê birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya.

51 car bi kêrê lê da

Di kontrola ku ekîbên tenduristiyê kirin de, di bedena jinê de 51 birînên kêr hatin tesbîtkirin. Jina ku xetereya jiyanê wê heye, li beşa lênêrîna giran tê dermankirin. Êrîşkarê ku bi kêrê hat girtin, birin emniyete. Derket holê ku qeyda E.D yê ji sûcên weke destdirêjiya zayendî, xesp û kuştina bi qestî heye.