Li Îtalya û Elmanyayê lehî rabû

Li Îtalyayê ji ber barana zêde lehî rabû, ji ber lehiyê kesek jiyana xwe ji dest da. Li eyaleta Saarland a Elmanyayê jî ji ber barana ku berdewam dike rê li ber lehiyê vekir.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Veneto û Lombardiya ya li Bakurê Îtalyayê ji ber hewaya bi bandor a baranê lehî rabû.

Li gorî parevekirina Îtfaiyeya Îtalyan li ser hesabê medyaya dîjîtal, hat zanîn ku li wîlayeta Cantu ya li herêma Lombardiyayê kesek 66 salî ku winda bû, jiyana xwe ji dest daye. Ji ber barîna zêde piştî herêma Lombardiya, herêma Veneto ji ber rûbarê ku di gelek cihên bicihbûnê derbas bûye, serdeçûna mêrgan cade, kolan û eraziyên çandiniyê di bin avê de man. Ji ber lehiyê hat diyarkirin ku kehrebe ji bo herêmê nayê dayîn.

Li Elmanyayê barana bi bandor

Ji ber barana bi bandor ya li eyaleta Saarland ya Elmanya berdewam dike, rê li ber lehî û serdeçûna  avê vekir. Paytexta eyaletê Saarbrucken jî di nav de li gelek herêman serdeçûna avê ya di encama baranê de çêbû û ji ber lehiyê hejmarek zêde ya avahiyên herêmê hatin valakirin. Pisporan ragihand ku li herêmê baran wê berdewam bike û bandorbûna wê kêm bibe.