Li Îsraîl jinên leşkeriyê dikin rastî şîdeta zayendî tên

Raporeke nû ya ku li Îsraîlê hat weşandin eşkere kir ku ji her çar jinên Îsraîlî yên ku li welat leşkeriyê dikin yek ji wan rastî tundiya zayendî hatiye.

Navenda Nûçeyan – Di raporeke nû ya ku li Îsraîlê hatiye amadekirin tundiya ku li ser jinan tê kirin raxist ber çavan. Di raporê de bi kurtî hat diyarkirin ku beşeke mezin a jinên ku wan girtine leşkeriyê rastî tundiya zayendî hatine.

Li gorî nûçeya di rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê de hatiye weşandin; di raporê de hat diyarkirin ku ji her çar jinên Îsraîlî yên ku leşkeriyê dikin yek jê rastî tundiya zayendî hatiye. Ev tê wê wateyê ku li welat ji sedî 25’ê jinên ku leşkeriya xwe ya mecbûrî ya ji 18 saliya xwe dest pê dike, rastî îstîsmara zayendî tên.

Di raporê de hat gotin ku "Ji sedî 22’yê jinên di emniyetê de dixebitin, ji sedî 27’ê jinên di parêzvanên sînor de dixebitin û ji sedî 38’ê jinên li saziyên înfazê dixebitin di dema leşkeriyê de rastî tacîz û îstîsmara zayendî tên." Li aliyê din raporê de hat destnîşankirin ku ji sedî 70’ê giliyên jinan nehatine guhdarkirin.

Sala borî çend jin serokwezîrê berê yê Îsraîlê, Shimon Peres, tawana ku li dijî wan tacîza zayendî kiriye sucdar kiribûn. Dîplomata payebilind û endama berê ya Partiya Karker Colette Avital gotibû ku Shimon Peres du caran destdirêjiya zayendî li wê kiriye. Piştî daxuyaniya Colette Avîtal, jinên din jî ragihandin ku Shimon Peres tacîz li wan kiriye.