Li Îskenderûn piştî 30 saetan nû xebatên lêgerin û rizgariyê destpê kir

Li Îskenderûna ku gelek avahî hilweşiyayî, xebatên lêgerin û rizgariyê piştî 30 saetan nû hat destpêkirin, cenazyên ku ji bin xirebeyan hatîn derxistin li ser cadeyan tên sekinandin.

Hatay – Yek ji bajarên ku ji erheja ku navenda wê Mereş û Dîlokê bandor bûye û herî zêde ziyanên canî dane bajarokê Îsekenderûn yê girêdayî Hatay e. Xebatên lêgerîn û rizgariyê piştî 30 saetan li Îskenderûn hate destpêkirin. Piraniya Taxa Çay ya girêdayî bajarokê Îskenderûn ji ber erdhejê hilweşiyaye û bi qutkirina elektirîk û avê re mexdûriyeta gel zêde bû.

Gel xebatên rizgariyê dimeşîne

Timên ku dû şev çûbûn herêma erdehejê û ji ber barîna baranê navber dabû xebatên xwe, vê sibehê nû dest bi xebetan kir. Li bajarok hêjmarek gelek kêm ya AFAD’ê hebûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê gel û leşker dimeşînin. Piştî 30 saet li ser erdhejê derbas bû nû dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirina di nava kavilan de kirin, lê belê êdî tenê cenaze tê derxistin. Ji ber nebûna Ambulans û erebeyên cenazaeyan, cenaze di sedeyan de li ser cadeyan tên sekinandin. Hinek ji cenazeyan bi erebeyên polisan radikin nexweşxaneyan.

Tîm kêm in

Gel li beramberî nehatina hewara wan xwedî helwest in û dibêjin ji ber kêmaniya tîman ya ji bo rizgariyên di bin kavilan de û ji ber xebatên lêgerîn û rizgariyê gelek dereng hatiye destpêkirin windahî zêde bûne.

Serokê yekitiya Baroyan (TBB) Erinç Sağkan, hevdîtin bi malbatên hevpişeyên xwe yên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane re kir.