Li Îranê zextên li dijî jinan zêde dibe
Li Îranê cezayê giran li jinên pêkhateyên Bahaî û akdemîsyenekê hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirov HRNA û malpera Emîr Kebîr di derbarê cezakirin û binçavkirinên jinên Îranê de agahî parve kirin.
Di nûçeya HRNA’yê de hatiye gotin ku roja 28’ê Gulanê jina bi navê Ruya Sabat a ji pêkhateya Behayî xelkê Şîraze û hemwelatiya Îmaratê ye, ji ber sûcê “Hevkariya welatiyan û hikûmeta Îsraîlê, têkdana ewlehiya neteweyî û propaganda dijî dewletê” ji aliyê Şaxa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Şîraz ve 25 sal cezayê girtîgehê, du sal derketina dervey Îranê, betalkirina pasaport, bê parhiştina ji mafên civakî û qedexekirina çalakiyên li ser medya dijîtal lê hatiye birîn.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Ruya Sabat 23 sal bûn li Îmaratê dijiya, roja 4’ê Çileya 2024 ji bo serdana dayîk û bavê xwe yên nexweş bike, çû Şîrazê, lê li wêderê ji aliyê Wezareta Îtlaetê ve hat binçavkirin û piştî heft mehan di girtîgeha Adil Abad a Şîrazê de ma, bi awayek demkî hatibû berdan.
Li gor heman nûçeyê, sê jinên din ên ji pêkhateyên Behayî yên bi navê Şeyda Ruhanî, Şîde Tewakulî û Lîla Tewakulî ji aliyê hêzên Îranê ve bêy fermana dadwer hatine binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare. Di dema binçavkirinê de hêzên Îranê dest danîne ser hemû amêrên wan yên elektronîk.
Ceza dan jina akademîsyen
Li gorî nûçeya di malpera Emîr Kebîr, jina Îranî ya bi navê Mehşîd Guherî ku lêkolîner û Mamostaya berê ya Zanîngeha Firdews bû, ji ber sûcê “Propaganda li dijî dewletê”ji aliyê Şaxa 1 ya Dadgeha Şoreşê ya Meşhed ve 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Herî kêm 130 jin hatin binçavkirin
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistan û Îranê, di 11 mehên sala 2024’an de 130 çalakvanên jin hatibûn binçavkirin, 232 jin hatibûn girtin û 41 jin jî hatibûn darvekirin.