Li Îranê zext girtin û hewldanên çewisandinê zêde dibin

Di pêla girtin û cezayên giran de, herî kêm 17 jin li bajarên cuda yên Îranê bi dozên ewlehiyê, girtin, nezelaliya zagonî û bêpariyê re rû bi rû man. Li gorî çavdêrên mafên mirovan hewldanên tepeserkirinê zêdetir dibin.

Navenda Nûçeyan – Îro ango 4’ê Tîrmeha 2026’an, dema ku girtiyên siyasî yên jin bi zorê vedigerandin girtîgeha Evînê, di heman demê de cezayên giran û girtina mirovan li bajarên Îranê berdewam kirin. Raporên der barê  zextên rêxistinkirî yên tundtir li dijî girtiyên jin, înkarkirina sîstematîk a dermankirinê, nezelaliya dadwerî, kefaleta zêde û zexta bênavber li ser malbatên kesên ku li edaletê digerin tên. Li gorî çavdêrên mafên mirovan, ev ne rêze bûyerên kesî ne, modeleke pir qatî ya zextê ku hem li hundir hem jî li derveyî girtîgehê tê pêkanîn e.

Vegera bi zorê ya girtîgeha Evînê û çerxa veqetandin û kontrolê

Li gel bidawîbûna destûrê, çar girtiyên siyasî yên jin ku Ferhanaz Nikho, Nîreh Behnûd, Mîtra Barmach û Zehra (Hana) Xulamî, di navbera wan de ne, roja 29’ê Hezîranê vegeriyan girtîgeha Evînê.

Van girtiyan bi rêzê 14’ê Hezîranê, 12’ê Gulanê, 14’ê Nîsanê û di 18’ê Sibata 2026’an de destûra demkî girtine lê niha sewqê girtîgeha jinan a Evînê hatine kirin. Ev çerxek e ku destûra demkurt nayê wateya azadiyê, beşek ji mekanîzmaya kontrolê ye, girtiyan vedigerîne rewşek ragirtina temamî.

Li gorî agahiyan, Rizwane Ehmed Xanbeygî jî di heman demê de ji bo girtîgehê hatiye bangîkirin û piştî vegerê, ligel jinên din sewqî qawîşa jinan hat kirin. Rastiya ku destûr nehat dayîn girtî eşyayên xwe yên şexsî bi xwe re bibin û Rizwane Ehmed Xanbeygî dema ku dikeve girtîgehê bi zaroka xwe ya biçûk re bû, ev vegerandina bi zorê asta mirovî û zexta psîkolojîk zêdetir kiriye.

Zexta piralî ya li ser girtiyên jin ji dermankirinê bigre heta xirabûna tendirustiya fîzîkî

Rapor nîşan didin ku tepeserkirina girtiyên jin li Îranê bi awayekî piralî û armanckirî didome û tenê ji azadiyê bêpar namînin.

Girtiya siyasî Leyla Afarîn ku li girtîgeha Evînê tê girtin, tevî ku ji girêka mejî û nexweşiyên  hêdî hêdî pêşve diçin pê re hene jî hê ji tedawiya tam bêpar tê hiştin. Li gorî çavkaniyên nêzî wê, ji ber bêparkirinê rewşa wê ya fizîkî hatiye asteke xeternak.

Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ya ji Mehabadê ku li girtîgeha Urmiyeyê tê girtin, ji ber penceşêra memikê nayê dermankirin, nêzî 27 kîloyan winda kiriye û rewşa wê weke mînakek ‘di girtîgehê de xirabûna fîzîkî ya gav bi gav’ tê binavkirin.

Di heman demê de, Mehbûbe Şabanî, yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileya 2026’an, zêdetirî 160 rojan e li girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê tê girtin; der barê doza wê de hê jî biryareke dawî nehatiye dayîn û sedema girtina wê hê jî ne diyar e.

Li dijî jinan cezayên giran ji girtinê bigre heta dûrxistina ji jiyana pîşeyî

Di gelek bûyeran de, aktivîstên sivîl ên jin, mamoste, akademîsyen û parêzer bi cezayên tund û encamên pîşeyî û civakî yên berfireh re rû bi rû mane.

Adele Gazanfarî, karmendeke li Zanîngeha Neteweyî ya Bojnourdê, çar sal cezayê girtîgehê û du sal qedexekirina ji xizmeta giştî lê hat birîn. Ev yek rê li ber derketina fermî ya çerxa kar vedike.

Azade Salekî, mamosteyeke li Xafiyê ye, pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û îhtîmala qedexekirina mamostetiyê ji bo wê hê heye, ev yek malbata wê bi krîzeke darayî re rû bi rû dihêle.

Mezûna Zanîngeha Emir Kabir û xwendekara Zanîngeha Polîteknîk a Mîlanoyê Raheleh Moeini, bi salek û 6 meh cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derve ya 2 salan hatiye cezakirin. Ev ceza di heman demê de perwerde û pêşeroja wê ya pîşeyî jî radiwestîne.

Li parêzera li Şîrazê Elham Ziretpîşe, şeş sal cezayê girtîgehê, qedexeya derketina derveyî welat hat birîn û her wiha pasaporta wê hat betalkirin. Li gorî çavkaniyên hiqûqî, ev doz wekî berdewamiya zextên hêzên ewlehiyê yên li ser parêzerên xwepêşander tê dîtin.

Li bajarên cuda girtina mirovan bi awayê girseyî û darizandinên berdewam

Li Tehranê, Sepîde Kaşanî, hevjînê wê û xwişka wê Sîma Kaşanî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û alavên wan ên elektronîkî hatin desteserkirin; ev kiryar bêyî tu ravekirinek fermî hat pêkanîn.

Li Îlama Rojhilat, tevî ku 39 roj di ser girtina Zahra Mohammadvalî re derbas dibe jî hê bi rewşeke qanûnî ya nediyar re rû bi rû ye û malbata wê radigihîne ku ew bi temamî ji pêşveçûna dozê bêxeber in.

Li Meşhedê, Mehbûbe Şabanî bi awayek bê dem li girtîgeha Wekîlabadê girtî ye, aktivîstên mafên mirovan vê yekê weke mînakek ‘girtina dirêj bêyî darizandinek bi bandor’ pênase dikin.

Li Îzehê, Kokab Badaghi Pegah ji bo Lijneya Binpêkirinên Îdarî yên Perwerdeyê hat bangkirin; ev kiryar wek berdewamiya zexta îdarî li ser mamosteyên jin tê dîtin.

Xwepêşandan greva birçîbûnê û rewşa tenduristiya girtiyên jin

Girtiya siyasî Fatemeh Sepehrî, ya li girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê tê girtin, greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir û rewşa wê ya fîzîkî hinekî baştir bûye.

Ji girtîgehan heta malbatên girtiyan her diçe zext zêdetir dibin

Rapor nîşan didin ku di mehên dawî de zext li ser malbatên girtiyên jin gelek zêde bûne, ji ferzkirina mesrefên giran ên qanûnî û jiyanê bigre heta gef, bangkirin, sînordarkirina agahiyan û bêdengmayînê didomin.

Malbatên Ferahnaz Nikxo, Nayreh Behnod, Mîtra Barmach, Zahra (Hana) Gholamî, Rezvaneh Ahmadxanbeigi, Leyal Afarîn, SIlêr Mam Qadrî, Mahbûba Şabanî, Adeleh Ghazanfari, Azadeh Saleki, Raheleh Moeini, Elham Ziretpîşe Kaşanî, Zahra Mihemedvalî, Kokab Badagî Pegah û Fatemê Sepehrî di mehên dawî de rastî zextên cuda yên rasterast û nerasterast hatine. Çavdêr dibêjin ku bi van zextan armanc ew e tora wan a piştevaniya civakî sînordar bikin û vegotinên serbixwe yên girtîgehan bêdeng bike.

Tişta ku di van raporan de tê dîtin ne meyleke belavbûyî û demkî ye, pergaleke domdar a zordariya li dijî jinên li Îranê ye. Pergaleke ku bi vegera bi darê zorê ji bo girtîgehê û cezayên tund dest pê dike. Bi înkarkirina dermankirinê û nezelaliyê didome û di dawiyê de bi zexta li ser malbatan û dûrxistina ji civakê ya aktivîstên jin û sivîl bi dawî dibe.