Li Îranê yek jê zarok 9 kes hatin qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan didomin, leşker û polîsên girêdayî rejîma Îranê ji bo serhildanan bidin sekinandin gule li xwepêşanderan reşandin yek jê zarok 9 kes qetil kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve serhildanên ku bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Jin, jiyan, zadî” hatin destpêkirin îro di roja xwe ya 51’an de berdewam dikin. Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên rejîma Îranê jî gel bi rojan e li qadan e. Rejîma Îranê 20’ê Îlonê roja înê li navenda Zahedan a Belucistanê di derketina camiyê de êrîşê girseyê kiribû û di encama êrîşê de 95 kes hatibûn qetilkirin û herî kêm 300 kes jî birîndar bûbûn. Gelê Beluc ku wê rojê weke roja ‘Îna bi xwîn’ bi nav kir, ji bo ew kesên ku hatine qetilkirin bi bîr bînin li gelek qadan dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Duh jî bi deh hezaran kes li gelek deverên Belûcistanê piştî nimêja înê daketin qadan.

Rasterast gule berdan

Li gorî rapora ku ji aliyê çalakvanên Belûcistanê ve hat weşandin; duh di saetên nîvroyê de gel li gelek bajaran daket qadan û bi dirûşmên “Ji dîktatoriyê re mirin, ji Hamaney û Basicê re mirin” heya ber deriyê walîtiyê meşiyan. Hêzên rejîmê rasterast gule berdan girseyê û heta niha yek jê zarok 9 kes hatin qetilkirin. Di dîmenên ku ji aliyê çalakvanan ve hatin weşandin de, her çendî tê dîtin ku hêzên rejîmê rasterast gule berdidin xwepêşanderan jî girse qadê naterikîne.

Nasnameyên kesên hatin qetilkirin diyar bûn

Însİyatîfa çalakvanên Beluc da zanîn ku nasnameyên 9 kesên hatine qetilkirin diyar bûne. Çalakvanan diyar kirin ku piştî êrîşan nexweşxane tijî bûne û rewşa gelek xwepêşanderan nebaş e, loma dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Girseya gel riyên gundan girtin

Li bajarên Zahedan, Saravan, Piranşehr, Sarbaz û Raskê gel li hemberî hemû êrîşên hêzên rejîmê bi dirûşmên “Ji dîktator re mirin”, “Ji Hamenei û Basiç re mirin” daketin qadan û riya gundê Firozabad ê bajarê Rask riya Sarbaz û Çabahar hatin girtin.