Li Îranê xwendekara girtî Saha Mortezaee rastî êrîşa zayendî hat

Sekretera Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Tahranê û çalakvana xwendekar Saha Morteazee ku ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û girtin, rastî êrişa zayendî û îşkenceyê hat.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê terora binçavkirin û girtinê ku hejmar ji deh hezaran derbas kir didome. Jinên çalakvan, sendîkavan, xwendekar û çalakvanên polîtîk rastî îşkeceyên tên. Hat hînbûn ku Saha Mortezaee ya ji aliyê polîsên rejîmê ve hat binçavkirin û piştre hat girtin rastî êrîşa zayendî hat. Konseya Xwendekar a Zanîngeha Tahranê bûyerê ragihand û da zanîn ku çalakvana xwendekar Saha Mortezaee sekretera berê ya Konseya Xwendekaran a Zanîngeha Tahranê bû.

Konseyê agahiya der barê Saha Mortezaee, di dema hat girtin, êrîşa zayendî û îşkenceyê de parve kir, diyar kir ku ji ber rêgezên exlaqî guncav nedîtine ku hûrgiliyên îşkenceyê ragihînin.

Her wiha hat zanîn ku Saha Mortezaee di serdegirtina mala xwe de hatiye binçavkirin û girtin dûre wê birîne Girtîgeha Evînê. Saha Mortezaee ku di sala 2020’an de ji ber xebatên xwe yên çalakiyên xwendekaran der barê wê de doz hatibû vekirin û cezayê girtîgehê girtibû, bi kefaleta 500 milyon tumenê Îranê hatibû berdan.