Li Îranê xebatên 300 derhêneran hate betal kirin

Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê diyarkir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ der barê nêzî 300 derhêner doz hate vekirin, hatin darizandin û mafê wan yê karkirinê hate betalkirin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê Resul Sedir Emîl der barê wergirtina mafê karkirinê ya ji derhêran daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhênerên sînemayê hatin darizandin û mafê wan ê karkirinê hat betalkirin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku sedema wergirtina mafê karkirinê bi rewşa siyasî, civakî û ewlekariyê ve girêdayî ye û ev jî bûye sedem ku filman çênekin û heya niha jî çarenûsa karkirina wan nediyare.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku wê îsal Festîvala Filman ya Îranê pêkneyê, ji ber ku ne bi edalete û di van şert û mercane de festîval pêk nayê.