Li Îranê tundiya mêr-dewletê: 18 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di meha Hezîranê de 14 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 5 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan, 4 jin jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Di êrişên Îsraîlê de 49 jin û 13 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Her roj li deverên cuda yên Îranê nûçeyên kuştina jinan ji aliyê xizmên wan an jî kesên nenas ve tên. Elhe, Kebra, Haniye û bi sedan jinên din bûne qurbanên van cînayetan. Bi salan e, bi polîtîkayên fermî li ser kontrolkirina tevgerên jinan dikisekinin. Li cihê perwerdeya civakî, zêdekirina zanebûn û ji razemeniya ji bo pêşketina çandî, gelek pere ji bo polîsên exlaq, kamerayên çavdêriyê û "memûrên laçike" hat xerckirin. Van çalakiyan bandorê li ewlehiya giştî û bêewlehiya civakî kir; divê ev budçe ji bo pêşxistina jêhatiyên civakî, pêşîgirtina tundiya nava malê û teşwîqkirina wekheviya zayendî ya civakî were bikaranîn.
Li gorî amarên ku ajansa me kom kiriye li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meha borî 14 jin û 3 zarok hatin kuştin. 5 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan, 4 jin jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Di şerê di navbera Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê de jî li Îranê 49 jin û 13 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerên hatine jiyîn:

* 2’yê Hezîranê: Li Kirmaşanê merêkî bi hinceta nakokiya malbatî hevjîna xwe Samîra Ferhadî (25) û xwişka wê Samiya Ferhadî qetil kir. Samîra di 4’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

* 2’ê Hezîranê: Li bajarê Zahedanê, Melîna Cemalî (Anşînî) ya 12 salî, dema xwest xwişka xwe ya ku dihat revadin rizgar bike, jiyana xwe ji dest da.

* 3’ê Hezîranê: Li herêma Larîcan a bajarê Amûlê, cenazeya jinekî ya hatiye parçekirin hate dîtin.

* 3’ê Hezîranê: Li bajarê Miyandûâbê, Zehra Aliyarî bi hinceta nakokiya malbatî ji aliyê mêrê pê re zewîcandîbû ve hat kuştin.

* 4’ê Hezîranê: Li bajarê Kohdeştê, jineke ciwan a bi navê Marziye Rahmetî bi guman jiyana xwe ji dest da.

* 5’ê Hezîranê: 3 jinên ku bi sûcê madeyên hişbir û cînayetê, cezayê darvekirinê li wan hatibû birin, li Girtîgeha Bîrcendê hatin darvekirin.

* 5’ê Hezîranê: Li bajarê Şîrazê jineke ciwan ji aliyê kesekî nenas ve hat kuştin.

* 8’ê Hezîranê: Li Ehwazê, cenazeyê Fatima Elyasî ya 21 salî hat dîtin.

* 8’ê Hezîranê: Li Kolana Molla Sadrâ ya Tehranê, cenazeyê jineke 60 saliya, di hemama mala wê de hat dîtin.

* 9’ê Hezîranê: Li gundê Salihabad ê Veraminê, zarokek 6 salî ya bi navê Elsana, ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin.

* 11’ê Hezîranê: Rukiye Ghaffarî ya li Hemedanê dijiya xwe kuşt.

* 13’ê Hezîranê: Li Tehranê, jinek ji ber zehmetiyên aborî xwe û zaroka xwe ya 8 salî jehrî kir.

* 13’ê Hezîranê: Penabera Efxanî Kebra Rezaî ya 26 salî ya li Pêşwa dijiya, ji aliyê hevkarê xwe yê mêr ve bi guleyekê kuştî hat dîtin.

* 15’ê Hezîranê: Elahe Hosseinnejad ya li Îslamşehr dijî, piştî windabûna 11 rojan li nêzî Balafirgeha Îmam Xumeynî mirî hat dîtin. Kujerê wê ajokarek texsiyê bû.

* 16’ê Hezîranê: Şampiyona gureşa zend Haniye Behbudî Puramghan ya 24 salî, bi hinceta “namûsê” ji aliyê mêrê pê re zewîcandî ve hat kuştin.

* 16’ê Hezîranê: Li Çemê Dez ê bajarê Dezfulê cenazeyê jineke 60 salî hat dîtin.

• 17’ê Hezîranê: Ferîbâ Kerzemanc a li Bukanê dijî, bi guman jiyana xwe ji dest da.

• 17’ê Hezîranê: Emu’l-Benîn Kalîzâde ya 47 salî, bi sedema nakokiyên malbatî, ji aliyê mêrê pê re zewîcandî ve hat kuştin.

• 18’ê Hezîranê: Royâ Velîzâde ya ji bajarê Herisînê bi guman jiyana xwe ji dest da.

• 18’ê Hezîranê: Masume Kârbakhş a beriya niha ji ber sûcên madeyên hişbir cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Şehâb a Kermanê hat darvekirin.

• 19’ê Hezîranê: Li navçeya Kelardeşê jinek, bi sedema nakokiyên malbatî, ji aliyê mêrê pê re zewîcandî ve hat kuştin.

• 21’ê Hezîranê: Jinek 31 salî ya li Kerecê dijiya, bi sedema nakokiyên malbatî, ji aliyê mêrê pê re zewîcandî ve hat kuştin.

Hinek buyerên kuştina jinan ên di meha Gulanê de wiha ne:

Li gorî rapora cînayetê ya meha Gulanê ya ajansa me, 40 jin û 5 zarok hatin kuştin. Her wiha 6 jinên beriya niha ji ber sûcên madeyên hişbir mehkûmê darvekirinê bîbûn, hatin darvekirin.

*10’ê Gulanê: Fatima Sadikî ya 39 salî ku li Cehromê dijî, bi hinceta doza hevberdanê, ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*15’ê Gulanê: Jina Beluç Hafîze Belûçzehî ya ji Serâvanê, bi hinceta endamtiya DAIŞ’ê li Girtîgeha Qezelheşar a li Karacê hat darvekirin.

*29’ê Gulanê: li Girtîgeha Navendî ya Damganê, jina bi navê Setâre Tâherlu ji ber sûcên madeyên hişbir hat darvekirin.

* 30’ê Gulanê: Îşret Heyderî ya 45 salî ya ji navçeya Huşâbê, bi hinceta nakokiyên malbatî ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin

* 31’ê Gulanê: Şadî Eyyûbî ya 25 salî ya li Bukanê dijî, bi guman jiyana xwe ji dest da.