Li Îranê serhildana gel di roja 135’an de ye

Serhildana gel a ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir berdewam dike. Li Ciwanro di encama pevçûnên di navbera xwepêşandêr û polîsan de, polîsek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanên gel ên ku dest pê kiribûn 135 roj in ruxmê hemû polîtîkayên zextan bênavber berdewam dikin. Li Îranê ji bo guherîna sîstemê, jin pêşengiya serhildanê dikin û ji bo ev serhildan were tepisandin hikumeta Îranê serî li hemû riyan dide. Rêbazên weke girtin, revandina mirovan, binçavkirin, darvekirin, cezayê girtîgehê, îşkence û hemû rêbazên dijmirovî bi kar tînin. Gel li hemberî van hemû êrîşan qadan naterikîne.

Li gorî nûçeyên ku tên belavkirin, li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî tedbîrên berfireh ên ewlehiyê, xwepêşanderan şevê din li Sine, Ciwanro, Kirmanşah, Bane, Mahabad, Pîranşar, Seqiz û gelek bajarên din xwepêşandanên xwe berdewam kirin. Xwepêşanderan pankartên hikumetê şewitandin, stranên Kurdî gotin û li dijî hikumetê dirûşm avêtin.

Polîsek jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Ciwanro, di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket û di encamê de polîsek jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Îranê ev nûçe parve kirin û wek ku di navbera qaçaxkar û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûbe nîşan dan.

Di heman demê de li Tahran, Esfahan, Tebrîz, Meşhed, Karaj, Barand, Rasht, Ahvaz û Şîrazê jî di nav de li Sistan û Belucistanê xwepêşanderan dirûşm berz kirin, pankart şewitandin, belavok belav kirin û wêneyên Hamaney ji aliyê gel ve hat şewitandin.

Li gorî agahiyan, li Tahranê şevê din bênavber dengê guleyan hatiye. Li Esfehanê li navendên çekên nukleer teqîn çêbûn û li gelek bajaran parastina hewayî bi awayekî aktîf bû.