Li Îranê plana berdewamkirina ceşsaziyê

Van rojan hewldanên hikûmetê ji bo ceşsaziyê gihîştiye lûtkeyê û tevî hemû zextên aborî û siyasî, gel tevlibûna hêzên ewlehiyê red dike û gelek hêzên Besîc ên herêmê jî dest ji kar berdane.

LARA GEWHERÎ

Mehabad – Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şoreşa sala 1957’an ve heya îro ku şoreşa Jin Jiyan Azadî dest pê kiriye, hewl daye Kurdistanê kontrol bike û ji bo bidestxistina armancên xwe jî riyên curbecur bi kar aniye.

Yek ji van riyan avakirina komên e ku gelên xwecihî tevlî hikûmetê dibin yan jî bi wan re hevkariyê dikin. Gelê Kurd ji van çeteyên hikûmetê re dibêje "ceş" Piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî, peyva ceş di çanda gelên din ên Îranê de wateya xwe ya wêjeyî bi dest xistiye û wateya wan kesan dide ku Ji bo bidestxistina pere yan xizmetên taybet, xiyanetê li armanên şoreşê û gelê xwe dikin.

Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bi destpêkirina şoreşa Jin Jiyan Azadî re, hêzên hikûmetê ku li Kurdistanê bi cih bûbûn hilweşand û Komara Îslamî neçar bû ku bi alavên leşkerî û cebhaneyên taybet û bi artêşeke leşkerî û hêzên Heşdê El-Şebê re ber bi van deveran ve biçe. Her çend milîtarîzekirina Kurdistanê, tepeskirina xelkê û avakirina hikûmeta leşkerî li hinek bajarên Kurdistanê, ziyanên canî û aborî gihandine xelkê jî di heman demê de ji bo hikûmetê jî ziyaneke giran bi xwe re anîne. Van ziyanan bûne sedem ku hikûmet li ser çareseriyên pêşerojê bifikire û pêşî li dubarebûna wê bigire.

Plana ceşsazî ya hikûmetê

Plana ceşsazî ya hikûmetê di vê şoreşê de têk çû û hejmareke mezin ji ceşên hikûmetê êdî hevkariya hikûmetê nakin. Kêmbûna hêzan li Kurdistanê bûye sedem ku Komara Îslamî xelkê sivîl jî ji bo xalên kontrolê bikar bîne. Ajokarên texsiyên înternetê yek ji bijardeyên hikûmetê ne ku bi soza mûçeyê 15 milyon tûmen bo kar hatine vexwendin.

Hemû kesên ku di rojên xwepîşandanan de bi hêzên hikûmetê re bûn ji bo tepeskirina xelkê her şev 1 milyon Tûmen werdigirtin û gelekan jî birinc, rûn û pêdiviyên rojane wek diyarî werdigirtin. Herwiha hejmarek ji endamên Besîc jî ji deyn û îmkanên bankî yên faîzê kêm sûd wergirtin. Lê hikûmet nikare van hemû ziyana xwe telafî bike û ji bo vê jî ji bo kontrolkirina gel berê xwe daye avakirina komên fermî.

Basîc ji werzişvanan di bin navê vexwendinê de hevkariyê dixwaze

Li yek ji baregehên Besîc a Mehabadê Komara Îslamî ya Îranê niha birîndar bûye, hewldana avakirina komên xwecihî yên li dijî serhildanê dide û nameyên fermî ji hejmarek welatiyên Mehabadê, bi taybetî werzişvanan re, bi navê vexwendina wan ku bi hikûmetê re hevkariyê bikin, şandiye. Di vê nameyê de, bi dayîna soza pere yê û perwerdeya taybet bi xelkê re, ew vexwendiye ku tevlî komên dijî serhildanê bibin. Lê gelek ji wan kesan ew red kirine.

Niha gelê Kurd bi awayekî din li hemberî ceşên hikûmetê tevdigere. Gelek ji wan ceşan jî li ber kamerayê kartên xwe yên Besîc, çirandin û ji hemû gel daxwaza lêborînê kirin gelê hişyar ê Kurdistanê jî ew bi destên vekirî qebûl kirine.

Beşdarrbûna xwendekaran di Besîca de şerm e

Di zanîngeh û divistanan de, bi salane dewlet ciwanan dixapîne û bi dayîna sozên derew û nerewa tenê niyeta zêdekirina lîsteya endamên Besîciyan heye.

Mêlîna ku di pola duyemîn a lîseyê de dixwîne dibêje: “Çend kes hatin dibistana me û reklama Basîcê kirin û forma endametiya Basîcê da me hemûyan ku em tije bikin. Digotin endametiya Besîc ji bo derbasbûna îmtîhana konkûrê bi bandor e û ger sê sal di nav Basîcê de çalak bibî di azmûna konkûrê de beşên taybet bidin te û heta nirxên xwendina zanîngehê jî kêm bikin. Lê zêdeya hevalên me ew kaxez dûr avêtin yan jî xistin nav pirtûkên xwe, ji ber ku em hemû dizanin ku endametiya Basîcê ev feyde nîne û eger fêde jî hebûya, emê ji kirina vê yekê şermsar bibana û malbatên me jî bi qet tiştekî razî nedibûn."

Ceşên hikûmetê bûye sedem ku ew di nava malbatên xwe de jî nayên qebûlkirin

Seba ji Mehabadê ye, bav û birayê wê di nava sipahê de dixebitin û wiha dibêje: “Bavê min û birayê min Sipahî ne. Roja ku birayê min ji bo tepeskirinê derdiket derve, tevî ku hemû endamên malbatê rê li ber wî girtin, dîsa jî me nikaribû rê li ber wî bigirta û ez ewqas hêrs bûm ku min xwest ew bimire, ji ber ku me dizanibû ew tiştê ku dike neheqî ye.

Bavê min bi navbenykariyê çend kes ji girtîgehê derxistin lê ev karê wî ye û em nikarin ji bo wî bibin asteng. Tirsa her kesê ew e ku mîna bav û birayê min, ew roj e ku nikarin hêrsa mirovan rawestînin. Gelek hevkarên bavê min ji Mehabadê derketine û derbasî bajarên din bûne, me jî daxwaz ji bavê xwe kir ku daxwaza veguhestinê bike, ji ber ku bûyîna keç û xwişka Sipahi yê van rojan li bajarê xwe ji bo me şerm e."

Xelkê ji Kurdistanê agahdar in di serdema şoreşa Jîna di encama şerê çardeh salan li dijî hikûmetê, ev komployên Komara Îslamî dizanin ku bûye rêgiriya pêşketina hikûmetê li Kurdistanê. Ev hişyarî dibe sedem ku hejmara kesên li bendên kontrolê hene kêm û kêmtir bibe, komên Besîc vegerin xelkê û xizmetkirina hêzên ewlehiyê bibe wekî tişteke bi şerm.