Li Îranê pergala perwerdeyê di bin tundiyê de tê dayîn

Di pergala perwerdeyê ya Îranê de tundî çavkaniya xwe ji bingehê wê pergalê digre. Tundiya mijara nûçeyê bi awayê sembol, derûnî, fîzîkî û nêzîkatiyên xwe dispêre serîdanînê û îdeolojiya dewletê.

VIYAN MEHRPERVER

Mihabad- Pergala perwerdeyê, di her civakê de yek ji kevirên herî bingehîn e. Perwerda ku divê qadek zanistî, fikrê rexnengir, erkê lêpirsînkirin û piştgiriya xuliqkariya ewlehî û xwegihandinê dike, pêşkêş bike. Lê belê di Komara Îsalama Îranê de ev pergal, vegeriyaye rewşa çengê dewletê ya îdeolojîk û zextê. Perwerde, bilindkirina serîdanînê, berhemdayîna nû ya nasnameya îdeolojîk ya dewletê, çanda klasîk û mîrateya perwerdeyê û derûniya modern û pedogojî paşguh dike. Di siya faktorên wek têkiliyên desthilatê û zextên otoriteyê de şêwe digre. Bingeha pergalê, kontrola ferasetî, yektîpkirin, avakirina tirsê, pêkanîna serîdanînê û weke mezinkirina hewmelatiyên bi xwe ve girêdayî dikare bê pênasekirin. Di vê pergalê de tundî sembolek sereke ye, di asta derûnî û fîzîkî de xwe dide der. Di vê rapora ku xwe dispêre daneyên sahayê yên Rojhilat de ne tenê xwendekar, di pergala perwerdeyê de cûreyên tundiyê ku xebatkarên din ên erkdar lê rast tên, hatine lêkolînkirin. 

Li dijî xwendekaran tundî tê bikaranîn

Şepol D. yek ji wan dayîkan e ku ji înkara cûdahiya çêkerî û sembolîk û leşkerîkirina dibîstanê û di pirtûkên dersê de naverokên li dijî jinan cîh digre, bi fikar e. Dayîka Şepol wiha got: “Di naverokên perwerde û afîşên dibîstanê de zarokên keç tên biçûkxistin. Ger li dijî vê yekê seknek hebe wek ‘xirab’ hem jî wek ‘bêşerm’ tên deqkirin.”

Sîran M. da zanîn ku hemû bîranînên bi êş ên jiyana perwerdê derbarê cûdakariyê de ne. Sîrana ku li gundek Mihabadê dijî, wiha got: “Rojekê mamoste bi hêrs got; ‘Zarokên feqîr naghên cîhekî baş, hûn ancax di kolanên gund de giya paqij bikin.’ Hinek caran difikirim ku sedemê vêya, ji ber ku em li sînor dijîn û xwedî nasnameya Kurd in.”
Mînakek din ji Ned A. tê dayîn. Ew jî wiha dibêje: “Di dema dersê dê peyvek bi Kurdî were gotin, mamoste 0 dide. Digot divê em bi havalên xwe re Farisî biaxivin.”

Ev gotin, li dibîstanên Îranê mînaka tundiya ku li dibistanan herî zêde belav bûyî ye. Ev tundî, ne tenê li xwendekaran, li dijî mamostayên ku ji xeta îdeolojîk derdikevin jî tê bikaranîn. Mînak Lale J. ji ber di sala 2022’an de beşdarî protestoyên xwendekaran bûye, rastî zexta malnişînbûnê hatiye. Hîjan H. jî bi hinceta ku perwerdeya zimanê Kurdî daye, cezayê disîplînê girt. 
Di demên dawî de asta tundiyê gihîştiye asta herî jor. Li gor peymana ku di navbera Wezareta Perwerdeya Îranê û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de hatiye îmzekirin, ji bo kontrolkirina hîzara bi zorê, daketina hêzên ewlehiyê ya dibîstanê, yasayî kirine.
Tundiya derûnî: Perwerdeya li ser tirsê û bê nirx hatiye avakirin

Xwendekarên li Îranê ‘xetakirinê’ ne wek perçeyek xwezayî ya pêvajoya fêrbûnê, di qadek ku weke sûc were dîtin û cezakirin de mezin dibe. Tirs, şerm, zexta derûnî û fikar, bi taybetî di demên gihanê de dibe parçeyek ji ceribadinên rojane yên xwendekaran. 

Lavîn Ç. wiha dibêje: “Her tim dema spartekê çênekim, difikirim ku ezê ji dibîstanê bêm avêtin. Wê demê jî min digot ezê şermezar bibim.”
Qada dibi stanê ya li Îranê, kontrolkirina zêde, ceza, biçûkxistin û rekabet ketiye nav hev. Hema bêje kêliyek ku xwendekar di dibîstanê de hîsa tirs û bê qîmetiyê nejîn, tuneye.

Sara B. jî tişên ku hatine serê kurê wê yê 7 salî, wiha anî ziman: “Di pola kurê min de zarokek ji ber ku bi hevalên xwe re surahiyek şikandiye, nêzî nîv seatê mamoste ji wan xwestiye ku dengê kûçikan derxin.”

Tundî û travma

Rêbazên weke qablo, dar, cetvel, kulm, bi pirtûkê lêdan, pênûs xistina nav tiliyan, guh kişandin, por kişandin, demek dirêj li ser lingan hiştin û bezandin hê li hinek dibîstanên Îranê awayên tundiya fîzîkî ku tên bikaranîn e. Yek ji mînakên herî zêde nêzî vê rewşê, li gundê Kercoî ya ku li Sine ye pêk hat. 13 xwendekar, bi hinceta ku qabloya şarjê wenda kirine rastî îşkenceyê hatine. Di pergala perwerdeya Îranê de cezayên fîzîkî, demekê wek rêbazek nêzîkatiyê dihat dîtin. Îro Komara Îslama Îranê, tevî ku ev cûreyên pêkanînan li derveyî zagonê ye jî, dema ku perwerdeya têrker û kontrolê pêk nayne, çavê xwe ji van cûreyên tundiyê re digre. Ev ceza dibin sedem ku xwendekar ji perwerdê sar bibin û heta dighên dîtina zirarên fizîkî. 
Mînak, jina binavê Sureyya G. diyar kir ku di encama sîleyek ku ji aliyê Alîkarê Midûrê Dibîstanê ve hatiye avêtin de, perda guhê wê teqiyaye. Xwendekarek din a bi navê Zeyneb T, piştî cezayê fîzîkî dan wê, di fêrbûnê de kêmanî jiyan kir û neçar ma dest ji dibîstanê berde. Dem dem nûçeyên ku mamoste li dijî xwendekaran tundî bikar anîne, derdikevin. Ev jî nîşan dide ku werçerxa tudiyê ya ku pergalê ava kirine, bi awayek cardin tê pêkanîn.