Li Îranê jinek ciwan hat qetilkirin

Li gundê Dehnaviyê Zerrindeşta eyaleta Fars a Îranê jinek ciwan a 20 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Dehnaviyê Zerrindeşta eyaleta Fars a Îranê jinek ciwan a 20 salî piştî  hevberdanê ji aliyê bavê xwe ve bi êşkencê hat qetilkirin. Piştî bûyerê di derbarê failê hat binçavkirin de biriyara girtinê hat dayîn û kujer hat girtin.