'Li Îranê hikûmet ji bo serhildanan biçewisîne zarokan jehrî dike'

Endamên Komeleya Jinan a Zenûbiyayê jehrîkirina xwendekarên keç ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke êrîşa hikûmetê ya ji bo çewisandina serhildanan nirxandin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna hevpar berfireh bikin.

KEVSER El CASIM

Dêrezor- Berxwedana gel a bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, di meha xwe ya 7’an de didome. Rejîma Îranê ku guhên xwe ji daxwazên azadiyê yên gel re digre, bi polîtîkayên girtin, binçavkirin, îşkence, cezayên giran û kuştinê hewl dide gel bitirsîne. Herî dawî, ji Kanûna 2022’an û vir ve, hikûmeta ku ji jehrîbûna gaza kîmyewî ya li dibistanan bi taybetî ya keçan berpirsyar tê dîtin, rastî bertekan tê.

Jinên li Dêrezorê dijîn, polîtîkayên rejîma Îranê rexne kirin û bertekên xwe yên li hemberî jehrîkirina zarokan anîn ziman.

'Bi van êrîşan hewl didin jinan asteng bikin'

Endama Civaka Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim der barê êrîşên bi gaza kîmyayî ku li 170 dibistan û zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hatiye û bûye sedema jehrîbûna zêdetirî 7 hezar xwendekaran axivî diyar kir ku hikûmeta Îranê sûc kiriye û jehrîkirinê weke hewldaneke komkujiyê nirxand. Şehrazade El-Casîm di berdevamiya axaftina xwe de got: “Hikûmet difikire ku li pişt jehrîkirina xwendekarên keç ew ê jinan ji xwendinê dûr bixe û nehêle beşdarî serhildanan bibin. Em ê piştgiriyê bidin hemû jinên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê doza azadiyê dikin. Hewldanên rayedarên Îranê yên ji bo pêşîgirtina berdewamiya şoreşê, wê bi ser nekevin.”

'Dê destkeftî mayînde bibin'

Endama Meclisa Jinan a Zenûbiyayê Amîna Muhammed diyar kir ku berpirsyarê van jehran dewleta Îranê ye û got: "Em vê kiryara hovane û qetliamker a li hemberî jinan şermezar dikin, serhildan bi pêşengiya jinan berdewam dike û destkeftî wê mayînde bibin."