Li Îranê greva mamostayan parçeyek girîng a ji serhildanê ye

Serhildanên li Îranê ku ev dû mehe dom dike, perwedekarên ku di eniya herî pêş de cihê xwe digirtin ji ber şert û mercên zehmet yên kar greva giştî dan destpêkirin.

DÎLAN MUHAMMEDÎ

Mahabad – Li Îranê ji destpêka perwerdeyê heya niha perwerdekar greva giştî dikin. Ew rewş weke awayê bê itaatiya sivilan pêvajoya serhildanê di astek giring de bandor dike. Mamostayên bi peyman û di saziyên fermî de kar dikin diyar dikin ku rewşa wan xirab e, nikarin debara xwe bikin, weke hêza kar a erzan tên dîtin û li beramberî vê jî de tên çewisandin. Greva li dibistana weke bê itaatiya sivil tê nirxandin, mamosta bi greva xwe re bûne beşek ji serhildanan.

‘Bi heqek kêm dixwebitin’

Mamostaya bi peyman A.B diyar kir ku di şert û mercên zehmet de jiyan dikin û di derbarê daxwazên mamostayên bi peyman û mamostayên jin ên ji ber ku jin in ew zorî û zehmetiyên ku jiyan dike de wiha got: “Li Îranê karê mamostayan weke sinifan lê hatiye, mirov di xizaniyê de jiyan dike mamosta li dijî qetikirina Jina Emînî û ew bê edaletiya li Îranê bûn. Bi xwepêşanderan re li gel xwendevanan cihê xwe girtin. Ev tevgera mezin ya  xwendevanan li Îranê nû bû. Li Îranê mamostayên bi peyman bi heqek kêm dixebitin, ji aliyê dewletê ve tên çepisandin û bacê mamostayên bi peyman têra dahata jiyana wan nake.”

‘Nediyariya 11 salan’

A.B behsa yasayek kir ku ev 11 sal e di pêvajoya pejirandinê de ye û wiha got: “Wê dosyaya vê yasayê herî dawî bigihe encamekê. Di ecamê de hemû ew mamostayên ji derveyî qeydê, wê li gora derceyan bibin xwedî kar. Ev yasa ev 11 sal e di pêvajoya pejirandinê de û ev  jî ji bo ew mamostayên ji derveyî qeydê tê wateya nediyarî û şertê zehmet yê jiyanê. Li Îranê çîna karkeran weke qismên din bacê wan direng tê dayîn, ev bac têra pêdawistiyên bingehîn nakin.”

Ji ber baweriya wê negirtin kar

A.B destnîşan kir ku ew ya lisansa bilind û ketiye ezmûnên doktora û li gora gelek mêran dereceyên wê gelek zêde bû û li ruxmê wê jî nehat tayînkirin û wiha got: “Ezmuna ketina min ya kar hate pejirandin, roja ku wê min bigirtana kar weke sembolîk min çarçav li xwe kir. Dema ez ketim jora ceribandinê, lingê min zivirî û ez ketim, ew jî kenîn û piştre di derbarê xweniximandin û rewşa civakê de pirs ji min kirin û min jî got ez xwe niximandinê napejirînim. Ji ber meyzandina min ya jiyanê min negirtin kar. Gelek mêr ji ber cihêkariyên siyasî û civakî karên gelek baş dibînin, em hin kêmtir terfî digrin. Em rastî cihêkariya siyasî, civakî û çandî tên û di nava civakê de em ne di wê pozîsyona ku civak dixwaze dene.”