Li Îranê girtiyên li girtîgeha Yasuj dest bi gireva birçîbûnê kirin

Girtiyên li girtîgeha Yasuj ji bo ceza dayina 7 çalakvanên siyasî protesto bikin, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û ev çalakiya gireva birçîbûnê berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Hikumeta Îranê politakayên cezayan yê li beramberî çalakvanaên siyasî berdewam dike, herî dawî 7 çalakvanên siyasî ku ji dozên cûda de tên darizandin û cezayê ku hatiye dayîna wan hate erê kirin. Li beramberî van binpêkirinên mafan, girtiyên li girtîgeha Yasuj dest bi gireva birçîbûnê ya giştî  kirin.

Navê çalakvanên siyasî û kesên ku bejdarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ku di 14’ê Çileyê de destpêkirî wihaye: Yasir Fereydouni, Kianoush Mahdoever, Alireza Forouhar, Benjamin Evra, Mahmoud Turnak, Saeed Farhadi û Saeed Seyadat e.

Girtiyên siyasî yên ku cezayên wan hatîn erê kirin ji aliyê îstixbarata Muhafizên Devrîm ya Îranê ve hatibûn revandin û piştî demek dirêj rastî lêpirsîna bi îşkence hatin û ji darizandina pêvajoya hiquqî bê par hatin hiştin. Ev bê hiquqiya ku girtiyên siyasî rûbûrû dimînin jî ji aliyê çavkaniyên mafê mirovan ve hatin ragihandin.