Li Îranê di 6 mehan de 78 jin hatine qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku di şeş mehên ewil yên sala 2024’an de, li Îranê 78 jin hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li gor Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA), li Îranê di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de, 78 jin ji aliyê malbatên xwe ve, bi sedemên cûda hatine qetilkirin.

Hate gotin tenê di meha Tebaxê de 21 jin hatine qetilkirin.