Li Îranê binçavkirin û girtin zêde dibin
Li Îranê zêdetirî mehek e serhildan didome, tundî, zext û gefên li dijî xwepêşanderan jî berdewam dikin. Di çalakiyên dawî de ku nav wan de xwendekarek jî heye, gelek kes hatin girtin.
Navenda Nûçeyan- Hezên rejîmê di serhildana gel a ku zêdetirî 40 roj in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin de, li dijî çalakvanan girtin û gefên xwe didomîne. Di van du rojên dawî de jî gelek kes hatin binçavkirin. Di 26’ê Cotmehê de der barê xwendekarek dermanxaneyê ya Zanîngeha Zanistên Tibî ya Îsfehanê Duha Abdî ku alîkariya xwendekareke din a birîndar kir de, biryara girtinê hat dayîn.
Çalakvan hatin girtin
Her wiha servîsên îstîxbaratê çalakvana mafên jinan Raafa Mirbagherî ya li Tenkaben û Derûnînas û endama rêveberiya konseya Komeleya Parastina Mafên Zarokan a berê Mîna Jendaghî girtin. Li bajarê Sinê çalakvana sivîl Hayfa Masoudî jî hat girtin. Lê belê heta niha der barê wê de tu sûcdarî nehatiye dîtin. Malbata wê ji bo keça xwe ya ku beriya niha ji ber çalakiyên xwe yên sivîl hatibû girtin fikarên xwe anî ziman.
Cihê wan birine nediyar e
Hêzên ewlehiyê li Tebrîzê, Fatima El-Alfî û hevjînê wê û xwendekara lîsansa bilind a endezyariya ziraetê ya li zanîngeha Shahid Bahnar a Kermanê Yeganeh Golamhosseinzade binçav kirin û girtin. Der barê cihê kesên hatin binçavkirin de agahî nehat girtin.
Banga rûniştina lezgîn
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo pêşîgirtina zêdebûna hejmara miriyan bi parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lezginî di mijara Îranê de rûniştinek taybet li dar bixe. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 28’ê cotmehê de, fikarên xwe yên der barê kiryarên Îranê yên li dijî xwepêşanderên girtî de anî ziman.
Cenaze nayên dayîn
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Ravîna Shamdasanî, di civîna çapemeniyê ku li Cenevreyê li dar xist de, diyar kir ku rayedaran xwepêşanderên birîndar ji nexweşxaneyan veguhestine navendên binçavkirinê û cenazeyên kuştiyan radestê malbatên wan nayên kirin.