Li Îranê bi rojan e înternet tune ye
Li gorî daneyên NetBlocks, qedexeyên li ser gihîştina înternetê ya navneteweyî li Îranê ji hezar û 968 saetan derbas kiriye. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku qutkirina înternetê ji bo ku zext, sansur û girtin neyên dîtin tê bikaranîn.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku ji aliyê NetBlocks ve hatine weşandin, sînordarkirin û astengiyên berfireh ên gihîştina înternetê ya navneteweyî li Îranê heta 21’ê Gulana 2026’an ji hezar û 968 seat derbas kirine. Pispor bawer dikin ku ev yek ne tenê pirsgirêkeke teknîkî ye, di heman demê de nîşaneyeke ku dewlet hebûna înternetê wekî gefek ewlehiyê dibîne ne wekî mafek bingehîn.
Li Îranê, di nava qeyrana aborî, nerazîbûna civakî û xwepêşandanên berdewam de, sînordarkirina înternetê zêde bûye. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku astengkirin û çavdêriya înternetê bûye beşek girîng a mekanîzmaya kontrola li ser civakê.
Nivîsên medyaya civakî dibin sedema binçavkirinê
Di demên dawî de, hat ragihandin ku gelek rojnamevan, xwendekar, çalakvanên civaka sivîl û welatî ji ber nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal, xwepêşandanan, an jî nivîsên têkildarî nûçeyên darvekirinê hatine binçavkirin an jî gef li wan hatine xwarin.
Rêxistinên mafên mirovan destnîşan kirin ku sînordarkirinên înternetê bi giranî rê li ber herikîna nûçeyên serbixwe digre û veşartina operasyonên ewlehiyê ji raya giştî hêsantir kiriye. Her wiha destnîşan dikin ku malbatên girtiyên siyasî ji ber parvekirina agahiyên li ser girtina xizmên xwe zext li wan tê kirin.
Binpêkirinên mafên mirovan tên veşartin
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, dema ku înternet tê qutkirin, binpêkirinên mafên mirovan û darvekirinên li girtîgehan kêmtir xuya dibin û agahiyên wan kêmtir tên parvekirin. Raporê bal kişand ser fikarên li ser girtiyên siyasî yên jin û girtina zarokan. Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku hinek girtiyên jin ji dermankirinê bêpar dimînin, rastî zextên psîkolojîk û giran tên û bi pêvajoyên dadwerî yên dirêj û nediyar re rû bi rû dimînin.
Her wiha hat ragihandin ku hinek zarok û ciwan ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de rastî lêpirsîn û cezayên dijwar tên. Çalakvan dibêjin ku qutbûna înternetê û sansur dibin sedem ku ev binpêkirin di raya giştî de neyên zanîn.
Pisporên mafên dîjîtal dibêjin ku tiştê li Îranê diqewime ne tenê “qutbûna înternetê” ye, beşek ji projeya dewletê ya demdirêj e ji bo kontrolkirina qada dîjîtal. Sansura berfireh, astengkirinên VPN û pirsgirêkên gihîştina platformên medyaya dîjîtal bandorê li jiyana rojane ya bi milyonan kesan dikin.
NetBlocks tekez kir ku gihîştina înternetê bê sansur û belaş ji bo mafê jiyanê, azadiya ramanê û berpirsiyariya hikûmetê bingehîn e û destnîşan kir ku qutbûna dîjîtal li Îranê nîşan dide ku dewlet kontrolkirina herikîna agahiyan li ser gihîştina belaş dide pêş.