Li Îranê 3 erdhêj çêbûn: Herî kêm 5 kes jiyana xwe jidest dan

Di erdhêja ku li Başûrê Îranê de pêk hat li gûndê Sayeh Khosh ziyanek mezin çêbû, herî kêm 5 kes jiyana xwe jidest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Duho li Îranê 3 erdhêjên ku li por pileya Richterê 6’an derbas dikin herî kêm 5 kes jiyana xwe jidest dan, ji 19 zêdetir kes jî birîndar bû.

Li gor rêjeya ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hat parvekirin, di encama 3 erdhêjên ku li Başûrê Îranê pêk hat û pileya wan ji 6’an zêdetir bû de herî kêm 5 kes jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 19 kes jî birîndar bû.

Hîn çavkanî dan diyarkirin ku di encama erdhêjê de piraniya malên li gûndê Sayeh Khoushê hilweşiyane û zirarek mezin çêbuye.

Navenda Sîsmolojî ya Behra Spî-Ewropa da zanîn ku hefteya borî jî li Îranê 8 kîlometre di bin erdê de erdhêjek bi pileya 5,7 pêk hatiye.