Li Îranê 15 jê jin zêdeyî 400 kes hatin darvekirin

Koma Pisporên Serbixwe ragihand ku li Îranê îsal 15 jê jin zêdeyî 400 kes hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Raportorên Taybet  û Koma Pisporan ku ji  pênc endamên Koma Xebata Cihêkariya Li Dijî Jin û Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê, diyar kirin ku hejmara înfazên îsal yên li Îranê ji raya giştî re hatine ragihandin 15 jê jin in û zêdeyî 400 kes in.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Pisporên Serbixwe ve bêyî ku çavkaniyekê nîşan bide hatî dayîn, diyarkir ku di meha Tebaxê de 81 kes hatine darvekirin, ev hejmar li gor darvekirina meha Tîrmehê ku 45 kes hate darvekirin, dû qat zêdetir e. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi hinceta ku qûralên hişk yên cil û berg yên Îranê binpê kirine û piştî qetilkirina jina Kurd ya Îranê Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê ve rejîma Îranê li dijî tevgerên protestoyên ku destpêkirî, cezayên darvekirinê weke amûra hezimkirinê bi kartîne.    

Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwepêşanderê Kurd Reza Rasaeî ku di 6’ê Têbaxê de li Girtîgeha Dizel Abadê hatiye darvekirin bibîrxist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê ku xwedispêre encama îfadeya di bin êşkenceyê de erê kir.