Li Îranê ji bo îfadeyê gazî 14 mamosteyan kirin

Li Îranê bi nêzbûna salvegera Jîna Emînî re, erkdarên ewlehiya Îranê 14 endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamostayên Sine ji bo îfadeyê bang kirin.

Navenda Nûçeyan- Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li gel nêzîkbûna duyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, rejîma Îranê pênvagek ya binçavkirinê daye destpêkirin û gelek hemwelatî binçav kir. Divê çarçoveyê de 14 endamên Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve ji bo îfadeyê hatin vexwendin.

Hate destnîşankirin ku îro di saet 9’ê sibehê de her 14 mamoste ji bo îfadeyê hatine vexwendin. 3 jê mamosteyên jin û 11 jî mamosteyên mêrên.

Li gorî Medyaya Rojhilatê Kurdistanê ew mamoste li ser tometa ‘çalakiyên li dijî hikûmeta Îranê’ û ‘têkdana ewlehiya giştî’ hatine bang kirin.

Hate destnîşankirin ku di vê mehê de di hejmarek berçav  mamoste li Rojhilatê Kurdistanê ji ber piştevaniya nerazîbûnên gel, ji bo dadgehê hatine bangkirin yan hatine binçavkirin yan hatine cezakirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û parêzerên mafên mirovan bi boneya 2’yemîn salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” yên Îranê ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibûn destpêkirin, banga greva giştî ya topyekûn kirine.