Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtina xwepêşanderan didome

Di berdewamiya şoreşa gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîmê de, hêjmara girtiyên xwendevan, çalakvan û hemwelatiyan li bajarê cûda yên Îranê zêde bûne, hinek ji girtiyan bi kefalet hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat û Îranê ji 16’ê Îlonê ve berdewam dike, pêla girtina xwendevan û çalakvanên siyasî û medenî û hemwelatiyan bi hêcetên bê bingeh berdewam dike. Hêjmarek hemwelatî yên di dema serhildanan de hatin girtin, bi kefalet hatin berdan û beşek ji wan hemwelatiyan jî ji aliyê dadgehê ve sezayê girtigehê hatin dayîn.

Îro 28’ê Mijdarê ragihandina rejîma Îranê diyarkirin ku hêzên emnî kesek din girtine.

Roja yekşemê Umêd Şêremehmedî xelkê Diwandere, Nerazû Puresemedî yê temen 27 sal û Azad Puresemendê temen 16 salî xelkê bajarê Sine, Yunus Eslemerz xelkê Dereşehr Ilam ji aliyê hêzên emnî ve hatin girtin.  Di heman demê de Hingame Xaziyanî bi nav û degê Film û Televizyonê ji bo piştgiriya serhildanan kir, Reufe Mirbaqrî çalakvana mafê jinan dawiya meha bûrî hatibûn girtin, hatin berdan.

Wurya Xefurî xelkê Sine lîstokvanê ber tima Îstiqlalî ya Tahran û lîstokvanê niha yê Xuzistan, Mecîd Musafir xendevanê yasa, Xeyrulah Heqcûyan endamê encûmena rawêjkarî ya çalakvana medenî Yarsanî, Mehmûd Şehriyar û Pêşîne Pexşan, Emîn Salarî xwendevanê Felsefe bi kefaletê hatin berdan.

Roja yekşemê navenda mafê mirovan ya Îranê ya hikumî 5 ji ew kesên girtin yên navê wan  Saryana Qerebat, Feyza Cewadî, Şiwa Kiyafer, Parsa Destmalçî û Sonya Sûtuwde ji aliyê liqê sê yê dadgeha Inqlabî Urmiye bi tometa ‘Propaxandeya li dijî rejîmê’ û bi mebesta têkdana asayîşa netewî’ 21 sal ceza danê. Xwendevanê endezyara pişesaziyê li zanîngeha Tahranê 5 salan cezayê girtîgehê lê hate birin.

Roja şemiyê Eliraze Salarzahî ya temen 18 û Ferzad Naruyî ya temen 19 salî xelkê Zahîdan ji aliyê hêzên emnî ve hatin girtin û birin cihek ne diyar, di heman demê de bi girtinên wan hemwelatiyên Hura Bedihî, xendevanê endezyarê Mekanîk bi kefaletek demkî hatin berdan.

Roja Îna ya bûrî Şayan Indozî xelkê Paw, Samî Asris, xwendevanê bijîjkî ya zanîngeha Urmiye û xelkê bajarê Şino û roja sêşema bûrî Bijen Rustemî, çalakvana karkeran xelkê Sine ji aliyê hêzên emnî ve hatin girtin.