Li Îran û Rojhilat qêrîna azadiyê bilind dibe

Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî serhildanên ku li Rojhilat û Îranê dest pê kirin 5 meh in dewam dikin. Duh bi şev li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve bi îşkenceyê qetilkirina Jîna Emînî li seranserî welat dest pê kirin, dewam dikin. Serhildanên ku di Îlona 2022’an de dest pê kir, tevî hemû polîtîkayên xwînxwar ên rejîma Îranê bi daxwazên azadiya gelên Îranî û Rojhilatî didome.

Duh li bajarên Sîstan û Belûçistan, Tehran, Kerec, Meşhed, Şîraz, Ehwaz, Îza, Reşt, Tebrîz û Îsfehanê yên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiya ku sirûdên şoreşgerî yên Kurd û Farsî hatin xwendin de belavok hatin belavkirin, tevahiya şevê grafîtî hatin çêkirin. 

Li ser dîwarên bajarên ku çalakî lê dihatin lidarxistin, 'Jin, jiyan, azadî' hate nivîsandin û gelek caran dirûşmên 'Rejîma mele bîcehnîme’ hatin berzkirin. 

Jinên aktîvîst li dijî ferzkîrîna hîcabê, hîcabên li serê xwe rakirin û şewitandin.