Li Îngiltereyê lêgerîna tazî
Hat ragihandin ku dayika keçeke 14 salî ya ku li Londonê rastî lêgerîna tazî ya polîsan hat, ji ber travmaya ku keça wê dijî hewl daye xwe bikuje.
Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku li Londonê keçek rastî lêgerîna tazî ya polîsan hat û ji ber travmaya ku piştî vê bûyerê jiyan kir, hewildaye întehar bike.
Li gorî nûçeya di BBC’ê de cih digre, dayika keça ku ji bo nasnameya xwe biveşêre, bi navê Olivia tê naskirin, diyar kir ku keça wê kelepçe kirine û polîsên mêr li ber çavên wê kincê wê yên binî qetandin e.
Lêkolîn hat destpêkirin
Li aliyê din rayedaran diyar kirin ku ji bo sedema lêgerîna tazî ya çima, çawa pêkhatiye kirin lêpirsîn dane destpêkirin. Hate îdia kir ku ji bo dabîn kirina ewlehiya zarokan ya di dema binçavkirinê de sepana lêgerîna tazî hatiye kirin.
Keçeke din a 15 salî jî bi hilgirtina madeya hişbir hatibû sûcdarkirin û rastî lêgerîna tazî hatibû. Muameleya zaroka keç ya reş dîtibû, bibû sedema nerazîbûnan.