Li Îdlîbê zarok ‘bi berdela pere’ tên zewicandin

Bi zêdebûna xizanî û nebûna ewlehiyê re, zarokên keç ên li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji aliyê malbatên xwe ve bi berdêla pere û xwarinê bi darê zorê tên zewicandin.

LİNA AL-KHATİB

Îdlîb – Jin û zarokên Îdlîbê bi binpêkirinên deweta Tirk û çeteyên Heyet Tahrîr El- Şam (HTŞ) rû bi rû tên. Li Îdlîbê di van pêvajoyên dawî de di zevaca zarokan de gelek zêdebûn çêbûye. Ev zewac wek birînên kûr ên şer avakirine tê pênasekirin.

Zarokên keç ên di temenê biçûk de tên zewicandin rastî her cure tundî, tacîz û tecawizê tên. Zewac di laş û ruhê jinan de şopên ku qet derbas nabe dihêle.

‘Ez bi neheqiyek mezin re rû bi rû hatim’

Ola Al-Qaddour jî 13 saliya xwe de hatiye zewicandin. Dema diçe dibistanê malbata wê li Îdlîbê wê bi mêrek ku endamê komên çeteyan e bi zorê dide zewicandin. Ola Al-Qaddour diyar kir ku her dem rastî tundiyê hatiye û got ku ji ber rewşa bavê wê ya aborî biryar hatiye dayîn ku ew were zewicandin. Ola Al-Qaddour got bi pereyê ku bi berdela wî hatiye zewicandin malbata wê xwarin pê stendiye. Ola Al-Qaddour diyar kir ku ji bo ku zewaca xwe bidomîne ev li dijî tundiyê bêdeng maye û wiha domand: “Ji bo ku me nikaribû pêdiviyên xwe yê sereke dabîn bikin ez hatim zewicandin û ji dibistanê hatim derxistin. Ez neheqiyek mezin hatim lê ez dereng ketim ferqa wê.”

‘Ez ê çi bikim nizanim’

Selma El-Bekkar a 15 salî yek ji wan kesan e ku ji bajarokê Xan El-Sabil li gundewarê başûrê Idlibê koçî Kampa Killî ya li bakurê Idlibê kiriye. Salma El-Bekkar beriya ku zarokatiya xwe bijî bû 'dayik'. Selma El-Bekkar wiha got: “Bavê min bi zorê ez dam zewicandin. Ji dema ku ez bi mêrek ji xwe 5 sal mezintir re zewicîm, kêliyek jî bextewar nebûm. Ji nişka ve min xwe berpirsiyar dît. Weke jin û dayikek, ez nizanim çawa bi vê yekê re têbikoşim."

Piştî salekê hevberda 

Rewşa Ehlam Haco yê 17 salî ku li bajarokê Harbanûşê yê bakurê Idlibê dijî, heman rewş e. Ehlam Haco ku di 15 saliya xwe de zewicîbû, diyar kir ku ji bo xwe ji zextên malbata xwe xelas bike rêyeke wiha hilbijartiye, lê gelekî poşman bûye û wiha anî ziman: “Piştî ku ez bi hevjînê xwe re zewicîm min bi zorê dev ji dibistanê berdam. Li şûna ku ez biçim dibistanê, ez zû ji xew şiyar bûm û min dest bi karên malê yên wek cilşûştinê, xwarinçêkirinê û paqijiyê kir. Ji ber zextên derûnî yên ku min dîtî ez ji hemû mafên xwe bêpar mam û piştî salekê ji hev cuda bûm.”

Zarok ji mafên xwe bêpar in

Şêwirmenda Derûnnasî Rana El-Hazzaa destnîşan kir ku çanda civakî û kevneşopiyên xerab jiyana gelek zarokên keç xera dike û di jiyana wan de birîn dihêle û malbat wan neçarî zewacê dikin. Rana El-Hazzaa amaje bi wê yekê jî kir ku rêjeya zewaca zarokên keç bi taybet li gundan zêde bûye û got ku ev zewac metirsiyên civakî bi xwe re tîne. Rana El-Hazzaa diyar kir ku piraniya zewac bi hevberdanê diqede û diyar kir ku zarok ji xwendinê bêpar dimînin û neyînî di jiyana wan de berdewam dike.