Li Êlihê bi hezaran kes diherikin mîtînga 1’ê Gulanê

Li Êlihê hezaran kes bi korteje ber bi parka 8’ê Adarê ya jinan ku wê mîtinga cejna 1’ê Gulanê Cejna Karkeran lê were pîrozkirin dimeşin. Di meşê de panqerta ‘Biharê jî aştiyê jî dê jin bînin’ rakirin.

Navenda Nûçeyan – Ketina mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Elihê de tê li dar xistin dest pê kir. Pêkhateyên platformê, nûnerên partiyên siyasî û gelek karker û kedkarên ji bo mitînga herêmî ya bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, bê ewlehî, kedxwarî û zextan ji bo yekitî, têkoşîn û piştevaniyê û hêviyê mezin bikin em biçin 1’ê Gulanê” tê lidarxistin hatin ba hev, li Xaçerêya Word Mar a li Bûlwara Tûrgût Ozal hatin bahev.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Sekreta Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher û Serokê Şaxa Petrol Îş’ê yê Êlihê Veysel Kartal dê weke axftvan tevlî mitîngê bibin. Bi hezaran kesên ji bo mitîngê hatin bahev, demekî dirêj govend gerandin.

Di mitînga ku pankartên “Biharê jî aştiyê jî dê jin bînin”, “Em ê ya ku mafê me ye bigirin” , “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” û “Bijî 1’ê Gulanê” hatin vekirin de girseyê her tim dirûşmeyên “Bijî Yekê Gulanê” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girse bi korteje li gel dahol û zirneyan ber bi Parka Jinan a 8’ê Adarê ku dê mitîng lê bê lidarxistin ve dimeşin.