Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
Li Êlihê di serdegirtina malan de, hevşaredar jî di nav de 11 jin hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Li Êlihê îro danê sibê polîsan bi ser çend malan de girtin û 11 jin binçav kirin.
Piştî lêgerîn li malan hatin kirin, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ji peywira hatibû girtin, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclisa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Oduncu û Rûken Zeryam Işik binçav kirin.
Barê binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin, hat hînbûn ku jinên hatine binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Êlihê.