Li Êlih û Amedê faîlên kesên ku hatin qetilkirin hat pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan, li Êlîh û Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin” de, li faîlên Hatîce Atalay, Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP’ê yê bajer Metîn Ozdemîr, pirsîn.

Amed-  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 761’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûya Amedê de li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta wêneyên windayan li ser in hatin hilgirtin.

‘Em xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin’

Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin û ew naxwazin zext û îşkence li Dayikên Şemiyê bê kirin û xwest li ber daxwazên Dayikên Şemiyê hurmet bê girtin. 

Çîroka Hatîce Atalay hat xwendin

Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a li navçeya Pîrana Amedê di 10’ê îlona 1996’an de di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da hat xwendin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Atalay xwend û xwest faîlên Atalay bên dîtin. 

Piştî xwendina serpêhatiyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Êlihê jî çalakî di hefteya 597’emîn de ye

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 597’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihê li dar xistin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn û li faîlên wan hatin pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Sînan Îslam Gegîn di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku heta ku ew encamê ji aqûbeta windayan bigirin dê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.