Li Çînê ji ber barana zêde herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Gûangdongê yê li başûrê Çînê ji ber barana zêde beşek otobankê hilweşiya û herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Gûangdongê yê li başûrê Çînê di hefteyên dawî de gelek bûyerên hewayî yên dijwar yên weke lehî û bablîsokan pêk tên. Medyaya Çînê ya bi navê CCTV’ê ragihand ku bûyera hilweşîna otobankê ji ber barana zêde pêk hatiye û karesateke jeolojîk a xwezayî ye.

Li gorî ajansa China Newê piştî saet 02.00’an nêzîkî 18 metreyên otobanê hilweşiyaye û di encamê de 20 wesayît asê mane û 54 kes jî birîndar bûne. Heman ajansê piştre ragihand ku 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî rakirine nexweşxaneyê.

Di dîmenên ku li ser medyaya dijîtal û medyaya herêmî hatine weşandin de tê dîtin ku ji çala ku wesayît ketinê agir û dûman bilind dibe. Li gorî medyaya dewletê rayedaran ji bo xebatên rizgarkirinê nêzîkî 500 kes şandine.