Li 3 beldeyên Firatê pêşhilbijartinên namzetên jin dest pê kir

Rêxistina Kongreya Star ya kantona Firatê ji bo şaredariyên beldeyên Taşlûg, Bilik û Qadiriyê pêşhilbijartinên namzetên jin destpê kir.

Kobanê - Rêxistina Kongreya Star di 28-29’ê Nîsanê de namzetên xwe yên 11 hevşaredariyên kantona Firatê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya pêşhilbijartinan diyar kir. Piştî ku Rêveberiya Xweser qanûna dabeşkirina îdarî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê raghand, 4 komîteyên xizmetguzarî yên kantona Firatê Silûk, Bilik, Taşlûg û Qadiriyê weke şaredarî hatin pejirandin.

Li ser vê bingehê îro li beldeyên Taşlûg, Bilik û Qadiriyê pêşhilbijartin hatin destpêkirin ku jin ji seat 9’ê sibehê ve ji bo hilbijartina nûneran berê xwe didin ser sandoqan.

Namzetên jin ên ji bo namzetên şaredariya beldeya Bilik Şîraz Ibrahîm û Arbîn Elî Hesûn, ji bo şaredariya beldeya Qadiriyê Semîra Omer Ehmed û Leyla Bozan Bozan, her wiha ji bo şaredariya beldeya Taşlûgê jî Feyrûz Şêxo Mûse, Zelîxe Osman Seyîd û Sewsen Şêx Xidir e.