Li 14 bajaran der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 14 bajaran der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Hat hinbûn ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dest pê kiriye de der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de bi taybetî li Amedê li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di daxuyaniya ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku lêpirsîn di encama çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û di encama xebatên MASAK û HTS’ê de der barê 50 jinan de biryara binçavkirine heye.

Li Amedê der barê 22 jinan de biryara binçavkirine

Agahiya li Amedê der barê 22 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn, hat parvekirin. Di serdegirtina gelek malan de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Besîle Narîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, Mekiye Ormancî, Gulcîhan Şîmşek û Bedîa Akkaya, endama Akademiya Jinan Fîgen Aras û Sultan Esen hatin binçavkirin. Parêzeran dan zanîn ku dibe di demên pêş de nav bên zelalkirin.

Hat hînbûn ku li Îzmîrê jî jina bi navê Dîlan Akpolat hatiye binçavkirin.