Leyla Zana û Pervîn Buldan li Colemêrgê ne

Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê dewam dikirin, siyasetmedar Leyla Zana, Parlamentera Dem Partiyê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan hatin bajêr.

Navenda Nûçeyan- Cezayê 19 sal û 6 mehan li Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Adim û tayînkirina qeyûm li şûna wî li bajêr tê protestokirin.

Piştî biryarê bi sedan kes li ber edliyeyê û derdora wê kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Dema girseya ku xwest astengiyê  derbas bike, gelek kesên ku di nav de parlamenter jî hebûn ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Polîsan hewil da hinek parlamenteran binçav bike. Dema ku gel li kolanên kêlekê belav bû, li gelek deverên bajêr pevçûn derket. Çalakiya rûniştinê ya li ber Walîtiya Colemêrgê ya li bajarê ku rastî astengiyê hatibû, dest pê kir.

Siyasetmedar li ber nexweşxaneyê peya bûn û heta ber avahiya parêzgehê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Colemêrg wê ji faşîzmê re bibe gor", "Zext nikare me bitirsîne" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin lidarxistin. Gelê derdorê jî bi çepik û tilîliyan tevlî meşê bûn. Girseya ku çû avahiya parêzgehê tê payîn ku li ber walîtiyê bi komê re hevdîtinê bike.