Leyla Zana ji bo 31’ê Adarê xwest ku her kes yek kesî/ê qaneh bike

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di civînên gel ên li Hezro û Hênê de axivî û xwest her kes yek kesî qaneh bike.

Amed-Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin û siyasetmedara kurd Leyla Zana li qadê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Zana û kesên pê re li Dersîl Petrol a li têketina Hezroyê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Li vir welatiyan Zanayê hembêz kirin û paşê Zan û yên pê re ber bi navçeya Hezroyê ve bi rê ketin.

Leyla Zana ku li buroya hilbijartinê ya navçeyê ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin, li vir bi hezkirin hat pêşwazîkirin. Zanayê li vir xîtabî bi sedan kesî kir û spasiya welatiyên ku hatine kir û got: “Hezar û 400 sal in em bi vê baweriyê dijîn. Kurdan tu carî baweriya xwe ya îslamî wekî amûreke siyasî bi kar neaniye. Baweriya wan di navbera wan û Xwedê de ye. Tişta herî xweş ew e ku mirov îmana xwe di navbera xwe û Rebbê xwe de bihêle. Divê mirov baweriya xwe neke bin emrê siyaseta qirêj. Her ku ez têm Hezroyê, ez li bav û kalên me difikirim. Di medreseyan de tenê zarokên biçûk dikaribûn bi hev re nimêj bikin. Wan fêrî ehlaq û terbiyeyê dikirin. Wan fêrî dilovaniyê dikirin. Îro sedema fetisandina siyasetê, nepêkanîna van tiştan e. Behsa exlaqê dikin, lê tu exlaq li pey xwe nehiştine. Behsa zimanekî pak dikin, lê kîn ji zimanê wan diherike. Ew behsa aştiyê dikin lê ji bilî şer tiştekî nakin."

'Em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin’

Zanayê ku got “Bi îzna Xwedê em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin” wiha dewam kir: “Hezro, ez bawer dikim ku te tu carî em şermezar nekirine û me jî tu şermezar nekiriye. Heya taqeta me hebûye me hem di qada civakî hem jî di warê yekîtiyê de li ber xwe daye. Tê bîra min. Dema me Newroza ewil pîroz kir em 150 kes bûn. Îro li qadê bi milyonan kes hene, ev serkeftina we ye, hêza we ye. Ez bawer dikim ku hûn ê dîsa peywira xwe pêk bînin. Ev partiyên sîstemê yên ku îradeya me dixwazin, tenê ji me re dibêjin, bila kes we nebîne. Di vê heyamê de bi bertekeke mezin vîna xwe biparêzin. Partî ne ya tu kesî ye. Bi keda gel hatiye avakirin. Aîdî gel e, bi keda ciwan û jinan hatiye avakirin."

Paşê Leyla Zana û yên pê re li Taxa Dedaş û Reşikê hevdîtin bi gel re kirin. Piştî vê şande ber bi navçeya Hênê ve bi rê ket. 

Piştre Zana û hevalên xwe derbasî navçeya Hênê (Hanî) bûn. Endamên partiyê di wesayîtan de silav dan gel û li meydana navçeyê hevdîtin bi gel re kirin. Zana, di civîna ku di bin barana zêde de veguherî mîtîngê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got ku divê her malbat bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxive. Zanayê anî ziman ku ciwan bi kurdî fam nakin û axaftina xwe bi tirkî berdewam kir. 

'Her kes kesekî/ê qaneh bike’

Leyla Zana di berdewama axaftina xwe de bang li ciwanan kir û got: "Dem niha dema we ye."

Leya Zana her kesî vexwand ku piştî fitariyê kesekî qaneh bike û got: "Gava em di vê de bi ser bikevin, ev tê wateya ku em di vê hilbijartinê de bi ser ketine. Ez her tim bi we bawer im. Ji lew re hûn behr in, em kanî. Ji ber vê jiyaneke bi aram û biedalet. Ya herî baş em di jiyaneke azad de bigihên hev. Silav li we hemûyan."

Girseyê tim dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê berz kir.