Leyla Zana: Gel ji berxwedêriya xwe tiştek winda nekir

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya beşdarî xebatên hilbijartinê yên DEM Partî bû bal kişand ku gel ji berxwedêriya xwe tiştek winda nekiriye û got: "Ji bo bêyî bêzarbûn hêviyê mezin bikin û heqê wê bidin, divê xwedî helwest û gotinek bin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Ji hilbijartinên xwecihî re çend roj man. Li Kurdistanê xebatên amzetên hevşaredariyê yên DEM Partî bi coş û heyecan berdewam dikin. Siyasetmedar Leyla Zana ku di xebatên hilbijartinê de bi namzetên DEM Partiyê re tevlî hevdîtinên gel bû, di nava gel de çoşek cuda ava dike. Leyla Zana ya di pîrozbahiya bi heybet a Newrozê ya Amedê de bang li sedhezaran kesan kir û banga yekitî û têkoşînê kir, ev 2 roj in jî li Amedê bi namzetên hevşaredariyê ya DEM Partiyê re navçe bi navçe, gund bi gund digere û beşdarî xebatên hilbijartinê dibe.

Me Leyla Zana du roja li 4 taxan şopand. Leyla Zana ya bi hezaran kesan re hev civiya, di nava gel de jî coş û heyecanek mezin ava dike. Leyla Zana ya ku ewil çû navçeya Hazroyê, di ketina navçeyê de ji aliyê karwanek bi sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Leyla Zana ya ku jinên we pêşwazîkirin hembêz kir û eniya zarokan maç kir, silav da hemû kesan. Hinek jinan bi deqîqeyan Leyla Zana hembêzkirin û kêliyên hestiyar jiyan kirin. Leyla Zana û namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn ên DEM Partiyê, li navenda navçeya Hezroyê ji aliyê bi sedan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Heman eleqe vir jî hate nîşandan. Leyla Zana ya li vir axaftinek kurt kir, salên 90’î bibîrxist û dest bi axaftina xwe kir.

'Divê hemû kes birêxistin bibe’

Leyla Zana ku hemû bi kes wê bi baldarî guhdar kir, banga xurtkirina yekîtî û yekbûna gelê Kurd kir. Leyla Zana, diyar kir ku pêwîste ev yekitî pêşî di mejiyê de û piştre jî di ziman de çêbibe û anî ziman ku ji bo ji ciwan û zarokan re qadek xweş bihêlin neçarin bixebitin. Leyla Zana, wiha axivî: “Me îro vê têkoşînê bi neynûkên xwe kola û wisa anî van rojan. Deynê me hemûyan e ku em ji van zarokên bedew re pêşerojek xweş bihêlin. Berpirsyartiyek mezin dikeve li ser milê dayik, ciwan û hemû kesan. Divê hemû kes birêxistin bibe. Partî ne bavê kesekî ye, mala gel e. Em di vê pêvajoyê de ne mecbûrê kesekî ne. Partiya me û namzetên me hene. Ez şerm dikim ji we re bêjim dengê xwe bidin me. Ji ber ku ez baş dizanim wê hemû kes dengê xwe bide xwe. Ji we re dibêjin 'dengê xwe didin me, lê tu mafek we nebe’. Em ne mecbûrê vê yekê ne. Îrade û mafê me heye. Em ji bo kesên dixwazin me bixapînin re dibêjin 'êdî bes e'. Em ê mafê xwe paşde bigrin. Emê hemû bi hev re kar bikin û bi dest bixin. Serkeftin wê ya me be."

Li Hênê, Pasûr û Dîcleyê bi hezaran kesan re civiya

Piştre Leyla Zana û şandeya pê re we derbasî navçeya Hênê (Hanî) bûn. Endamên partiyê di wesayîtan de silav dan gel û li meydana navçeyê hevdîtin bi gel re kirin. Leyla Zana, di civîna ku di bin barana zêde de veguherî mîtîngê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got ku divê her malbat bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxive. Leyla Zana anî ziman ku ciwan bi kurdî fam nakin û axaftina xwe bi tirkî berdewam kir. Piştre Leyla Zana û şandeya pê re bi dirûşmeyan ji Hezroyê derbasî Hênê bûn. Leyla Zana, li Hênê ji aliye sedan jinan ve bi çoşek mezin hate pêşwazîkirin. Leyla Zana li vir jî, banga xwedîderketîna îradeya gel kir, hemû destên ji wê re hatin dirêjkirin, girt. Leyla Zana, piştî axaftina xwe, beşdarî govendan bû.

Leyla Zana, di roja duyemîn a xebatên hilbijartinê de tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî li Dîcle û Pasûrê jî bi heman coşê hatê pêşwazîkirin. Leyla Zana ku tevî barîna berfê û hewaya sar a li Dîcleyê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin, axaftina wê ya ji bo gel kir jî bi eleqeyek mezin hate guhdarkirin. Piraniya ciwan û jinan bal kişand. Leyla Zana, li Pasûrê jî bi hezaran kesan re li hev civiya. Di hevdîtinê de timî caran dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Leyla Zana, di axaftina xwe ya li her du navçeyan de jî balkişand ser ji bo avakirina demokrasî û aştiyê girîngiya hilbijartinên xwecihî, bang li hilbijêrên Kurd ên Stenbolê kir ku xwedî li partiya xwe derbikevin.

‘Parekî mezin a birêz Abdullah Ocalan heye’

Leyla Zana, di axaftinên de balkişand li ser “Rêya Sêyemîn” û wiha got: “Rêya Sêyemîn, rêya aştî, demokrasî û edaletê ye. Xurtderketina îradeyê ya ji sindoqan, tê wateya aştiyeke xurt. Tê wateya demokrasî û azadiyeke xurt. Me di sala 91’ê de tovên pêşeroj û jiyaneke azad bi hev re li vê qadê reşandibûn. Hêvîdarim ku ji bo Rêya Sêyemîn bi saya we zindî bibe; weke ku hûn jî dizanin parekî mezin a birêz Abdullah Ocalan di vê de heye. Hêviya pêşerojeke ku hemû gel bi awayeke azad dijîn, nayên asîmîlekirin û tune nayên hesibandin ava dike. Em careke din dibêjin ku silav ji kesê ev fikr, ev felsefe di nava jiyanê de hînî me kirî re.”

'Gelê ji berxwedêriya xwe tiştek winda nekir'

Leyla Zana, di serdanên xwe ya li 4 navçe û gelek gundan de, ji her hemwelatiyek xwest ku kesekî/ê qaneh bike. Me ji Leyla Zana ya ku du rojan şopand re, li qûntara Çiyayê Licê çavderiyên wê pirsî. Leyla Zana, destnîşan kir gel ji kelecan û berxwedêriya xwe ya ji roja ewil tiştek winda nekiriye û diyar kir hesreta tê dîtin jî ne ji bo kesayetek, hesretek ji bo jiyana ku gel dixwaze bibihîse û bibîne ye. Leyla Zana, balkişand li ser girîngiya axaftin, helwest û şêwaza rast û wiha axivî:

“Yekane tişta ku gelê me bêriya wê dike ev e. Dikare wek kesek ji me hêz bike û me hembêz bike. Lê ya girîng ne biçûkkirina xwestek û bendawariyên wê/wî ne, berovajî vê li gorî heqê vê bigrin dest. Gelê vê nirxê bi zêdeyi heq diki. Dibe ku carna ji ber şert û mercan û carna jî ji ber arasteya dewletê em nekarîn bi têrkerî bibin bersiv. Ez wiha dinirxînim û dinêrim. Li Pasûrê pankartek pir balkêş hebû "Tu li ku mayi?" Ez her tim di nava gel de me, we xwest, ez jî hatim."

'Ger em vê berpirsiyariyê hilbigrin, em ê hemû bi hev re bi ser bikevin'

Leyla Zana, anî ziman hilbijartin kêm hatiye vegotin û ev nirxandin kir:

“Divê em heqê hilbijartinê bidin. Ev di heman demê berpirsiyariyek mezin e. Hilbijartin ne tenê kursî û meqam e. Di heman demê de ger em karibin van şaredariyan bi awayekî rast birêve bibin, bikaribîn xwe ji nakokiyên şexsî û bêahengiyê xilas bikin û bi ruhekî kolektîf nêzikî xebatan bibin, hilbijartin qadên ku gelê me dikare di asta çandî, civakî û siyasî de tevkariya pêşkêş bike. Divê em heqê van qadan bidin. Ger em vê berpirsyartiyê hilbigrin, em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Ji bo bêyî bêzarbûn hêviyê mezin bikin û heqê wê bidin, divê xwedî helwest û gotinek bin. Gelê me jiyana ku heq dike, wê di berdêla keda xwe de bigre û bi ser bikeve.”