Leyla Guven: Desthilatdariya ku di tecrîdê de bi israr e, dawiya xwe tîne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtiye, pirsên me bersivand, ji bo hilbijartina li pêş bi gotinên; "Yên AKP'ê bişînin dê jin bin” destnîşan kir ku desthilatdariya di tecrîdê de bi israr e dê di hilbijartinan de dawiya xwe bîne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku di darizandina xwe ya herî dawî de li Amedê bi îdiaya "propagandaya terorê" 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê girt, li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ku tê ragirtin der barê cezayên girtin û pêvajoya siyasî ya heyî nirxandinan kir. Leyla Guven a ku maseya şeşan, helwesta muxalefetê ya li hemberî gelê Kurd û stratejiyên hilbijartinê yên nêz dibin nirxand, der barê cezayên ku ji ber axaftin û çalakiyên jinan ên tevli bûye de jî ev şîrovê kir: "Ez li hemberî berxwedana dayika Emîne Şenyaşar, helwesta dayika Xalîse û Alî Rizayê hestiyên kurê wî bi kargoyê jê re şandin û li heberî berxwedana dayikên aştiyê û şemiyê şerm dikim behsa cezayên girtîgehê yên ku min girtine bikim. Wek siyasetmedarên Kurd tiştên me jiyane, li ba tiştên hatine serê gelê me tu tişt nîn in.”
“Em jin ji ber rewşa heyî bi fikar in”
* Di pêvajoya dawî de li welat bi nêzbûna hilbijartinan re, atmosfereke siyasî ya germ tê jiyîn. Di nava vê atmosferê de, dîsa beşa herî zêde tê axaftin jî Kurd in. Hûn der barê boçûna vê pêvajoyê de çi pêşbînî dikin? Tiştên di hilbijartinên borî de hatin jiyîn dê bidomin an na? Der barê vê atmosferê de nirxandinên we çi ne?
“Em rojên ku pergalên cîhanê yên heyî tên lêpirsîn û îdeolojiyên neolîberal di hiş û tevna civakî de rûxandinên cidî didin avakirin dijîn. Em dikarin bibêjin ku di nava van rûxandinan de ya herî krîtîk, ew e ku bi kesan re ji civakbûn û rêxistinbûnê rev e. Em serdemeke ku hesta hevgirtina civakî nemaye, li şûna wê çanda sedeqe û neçarbûnê bi cih bûye, hişmendiya civaka birêxistinkirî felc bûye û li şûna wê bêhişmedî û bê îdelojî îkame dike dijîn. Em di serdemeke ku li şûna hevgirtina civakî çanda cemaetê tê tercîhkirin û tîpolojiya kes a bîat ku ji sedeqeyê re şikur dike bi pêş dikeve de ne. Mixabin em pir zelal dibînin ku Rojhilata Navîn û Tirkiye gihîştine qonaxeke ku şûrê Îslama siyasî li ser civakê baş hatiye kûrkirin. Êdî li şûna gelek têgînên wekî azadî, modernîte, demokrasî, ekolojî, zayendî û zanistî ku nirxên gerdûnî ne, axaftinên razber ên wekî îtaet, bîat, fitrat, qeder, şikur û teqdîra Xwedê ku gelek dihizirin hatine bicihkirin. Em dîsa di vê hawirdora ku hemû têgehan cih guherandine de, ber bi hilbijartinan ve diçin. Hilbijartin pêwîstiyeke ji bo demokrasiyê ye. Lê belê em jin ji ber ku dizanin feraseta mêr dikare wekî her atmosfera hilbijartinê ji bo were hilbijartin, her curê kiryarên ketî bike, bi fikar in. Hem partiyên desthilatdar hem jî muxalefet weke beriya her hilbijartinê li ser gel, civak û baweriyên din polîtîkayên tunehesibandinê dimeşînin.
"Muxalefet ketiye pey diyardeyên sûnî"
Wek tê fêmkirin hilbijartinên sala 2023’an jî dê di atmosfereke wiha de derbas bibin... AKP-MHP li bendê ne ku bi pakêtan derbasî piyasayê bibin. Em nizanin dê yên bikirin hebin an na. Di vê xalê de divê em Azîz Nesîn bi bîr bînin. Em baş dizanin ku ev welat 20 salan ji aliyê zîhniyeta faşîst ve ketiye rewşeke wisa xirab ku êdî jiyan lê nabe. Em muxalifên li dijî vê hikumetê ne. Gotinên pisporê propagandaya Naziyê û dikare were gotin ku sêrkerê herî serkeftî yê serdema nûjen e, Joseph Goebbels, rêveberiyê bi kurtî û cewherî wiha pênase dike; “Derewa ku carek were kirin êdî derew dimîne lê derewa ku hezar caran were kirin, vediguhere heqîqetê” gelek tiştan vedibêjin. Muxalefeta li welat mixabin, li cihê ku derewên vê desthilatdariyê deşîfre bike, ket pey bûyerên sûnî yên ku hikumetê. Ji ber wê ya esasî ji nedîtîve hat dîtin û di mijara têgihîştina şaş-manîpulasyon û dezenformasyonê de îsbat bû ku muxalefet nikare bi desthilatdariyê re bikev pêşbaziyê. Ev rewş hê jî bi hemû leza xwe didome.
“Jin û Kurd xwedî helwestên diyar in”
Dema em ber bi hilbijartinên 2023’an ve diçin, dibînin ku yên helwesta wan diyar e jin û Kurd in. Helbet, tundiya li ser jinan bi desthilatdariya AKP’ê dest pê kir lê tu caran ji aliyê kesên ku di asta herî jor a dewletê de rûniştine ji şewaza jiyana jinan re mudaxele nehatiye kirin. Zimanê ku rayedarên dewletê bi kar tînin, ji aliyê mêrên bi feraseta mêr hereket dikin ve destekê dibîne. Jin di nava diyardeya malbatê de hatine hepskirin. Jinên ku di nava AKP'ê de di nava siyasetê de pir kêm weke rol model temsîliyet didin, bi feraseta mêr siyasetê dimeşînin û bi hebandina reîsên wan di nava partiyê de tu carî di cihê ku heq kirine de cih negirtine. Jinên ku di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 20 salan de kolan bi kolan digerin û ji bo AKP’ê deng dixwazin jî di ferqa newekheviya di nava vê partiyê de ne. Em dizanin ku dê di hilbijartinên pêşiya me de ji van jinan dengê ji AKP’ê re “dengê me nîn e” bilind bibe. Ji bo kesên ku bi awayekî stratejîk nêzî pirsgirêka jinan nebin jî dê ji jinan piştgirî neyê dayîn.
“”
Di aliyê gelê Kurd de stratejiya hilbijartinên 2023’an diyar e. Partiya me HDP di mehên derbasbûyî de prensîbên xwe yên ku polîtîkayên partiyê didin nîşandan bi raya giştî re parve kiribû. Kesên doçent, profoser û hwd. li ser hilbijêrên Kurd ên ku nas nakin bi saetan di televîzyonê de axaftinên dûrî rastiyê dikin. Ev weke rastiya Rojhilata Navîn derdikeve pêş me, ji ber ku li Rojhilata Navîn jî padîşah, împarator, siltan, axa û beg hemû gel weke, xulam û mêreba didîtin, xwe jî weke hêzên xwedayî dihesibandin û li şûna wan biryar digirtin û diaxivîn. Gelê Kurd van nêzîkatiyan ji nêz ve dişopîne. Ji ber ku gelê Kurd di têkoşîna xwe ya destanî ya 50 salên dawî de gelek tişt fêr bûye. Em dizanin ku kesên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tu hewldanên wan tune ne, beriya her hilbijartinê bi gotinên qehremanî û sozan hewl didin Kurdan manîpule bikin. Piştî hilbijartinan jî dîsa weke ku tu sozan nedabin vedigerin sekna xwe ku kevneşopiya dewletê ye. Dikare bê gotin ku; di serdema sedsala komarê de gelek tiştên nedîtbar hatin gotin lê di pêvajoya ku AKP’ê navê pêvajoya çareseriyê lê kir de, hem pênaseya pirsgirêkê rast hat kirin hem jî bi muxatabên rast re gav hatin avêtin. Her çendî berdewam nekiribe jî ev tişteke girîng bû. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de hewldana herî rast ev bû. Helbet ev binirx û girîng e.
“Kesên ku dibêjin Kurd neçarî me ne dê winda bikin”
Ger em behsa partiyên muxalefetê bikin divê em bibêjin ku tevî çend meh ji hilbijartinan re maye jî em nizanin muxalefet di mijara pirsgirêka Kurd de dê çi bike. Serdanên ku di bin navê helalbûnê de tên kirin bêguman girîng û bi nirx in lê ev gav ji bo pirsgirêkê tu çareseriyê bi pêş naxin. CHP ji aliyek ve dibêje ‘helalbûn’ ji aliyek ve jî li dijî feraseta AKP’ê ya ku di şexsê HDP’ê de gelê Kurd terorîst dibîne, tu helwest nîşan nade. AKP jî ji ber ku vê zafiyetê dizane, CHP’ê zêdetir bi vê mijarê re mijûl dike. Pirsgirêka gelê Kurd ê ku hebûna wî tê înkarkirin, ne bi hilbijartinan re ye, bi ferasetan re ye. Gelê me hemû partiyan bi sekneke kûr ji nêz ve dişopîne. Em neçarî nûnerên zîhniyeta statukoparêz, înkarker, netewperest û Avrasyayî yên ku wek muxalefet derketine pêşiya me ne, ne jî desthilatdariya heyî ya olperest, zayendperest û paşverû ne. Di têkoşîna me de, her dema ku tarî zêde bûye, zarokên qehreman ên gelê me bedena xwe kirine meşale û her carê ji nûve tarîtiyê ronî kirine. Ji ber wê yekê daxwazên gelê me pir vekirî û zelal in. Di serî de ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, tecrîd û îşkenceya ku li girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehên din tê domandin û ji bo kiryarên OHAL’ê ku bi fiîlî heye, desthilatdarî û muxalefet xwedî kîjan çareseriyan in? Ji bo ziman, çand û nasnameya me ye ku hatiye qedexekrin, bê tirs û bi cesaret dikarin tiştek bibêjin gelo? Em dikarin tiştên din jî bipirsin lê ger ku ji bo van mijarên ku em weke mifteya sereke diyar dikin tiştek neyê kirin û ber bi hilbijartinê ve biçin ez vikirî bibêjim ku dê winda bikin.
“Me duh çawa tif li rûyê Esat Oktay ê îşkencekar kir îro jî em hedê polîsên Soylu bi wan didin zanîn”
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel hat girtin û beriya wê jî jixwe haya we ji muameleya xirab a lê hat kirin heye. Hûn dixwazin ji bo tiştên ku li jinek û parlamenterek hatiye hilbijartin hatin kirin û di medyayê de hat servîskirin çê bibiêjin? Hem nêzîkahiya li dijî Semra Guzel he jî li Kurdistanê zêdebûna binpêkirina mafan nîşaneyên çi ne?
Eduarna Galeana dibêje; “Kesên ku zirarê didin xwezayê û mafên mirovan binpê dikin tu carî nakevin girtîgehê lewre mifteya deriyê girtîgehê bi wan re ye. Di vê cîhana ku her tişt lê verevajî ye, welatên ku goya ‘nobedariya aştiyê’ dikin, ên herî zêde çekan hildiberînin û difiroşin welatên din in.” Netewperestî û zayendperestî ji heman çavkaniyê xwedî dibin û ji ber heman zîhniyetê çêdibin. Em jinên Kurd, dema siyasetê dikin an jî têkoşîna jinan didomînin, rastî van her duyan tên lê tevî vê jî em li qada siyasetê hene. Lewre; em dizanin ku di cîhana îro de ger em bi siyasetê re mijûl nebin dê siyaset bi me re mijûl bibe. Zîhniyeta ku hewl dide me di malan de heps bike serî li her cure rêbaza şîdetê, hewldana bêîtîbariyê dide. Tişta ku li dijî hevala me ya parlamenter Semra hat kirin jî ev bû. Li dijî parlamenterên gelê Kurd, ji salên 1990’an ve polîtîkayên bêîtîbariyê hebûn. Li dijî Orhan Dogan, Îdrîs Baluken û herî dawî jî Semra Guzel ev hat kirin lê ew bi berteka xwe ya li dijî wê nêzîkahiyê ji hestên gelê me re bûn tercuman. Bi gotinên ‘em ê tu carî li dijî zîhniyeta we ya faşîst serê xwe netewînin’ bertek nîşan dan. Bi vê wesîleyê ez hevala me Semra pîroz dikim, ji eniya wê ya bilind û bi rûmet radimûsim. Wan çiqas li dijî hilbijartiyên Kurd êrîşên bêîtibariyê kirbin, gelê me jî ewqas bi înad li îradeya xwe xwedî derketiye û dê derbikeve jî. Herî dawî li Geverê, parlamenterên me Hebîb Eksîk û Saît dede rastî şîdeta polîsan hatin. Li cihê em bibêjin çima wiha dikin divê em navê pergalê baş bînin ziman; AKP –MHP desthilatdariyeke faşîst e.
Em weke jinên Kurd dikarin bi şanazî bibêjin ku; çawa me duh tif li rûyê Esat Oktayê îşkencekar kir, îro jî em hedê polîsên Soylu bi wan didin zanîn.
“Wek jineke Kurd ez ê her gotina ku dizanim rast e bibêjim”
*Herî dawî ji doza ku hûn dihatin darizandin, di danişîna rojên derbasbûyî de ji bo we 43 sal ceza hat xwestin. Di nava dosyayê de beşdarbûna we ya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdetê re û daxuyaniyên we yên çapemeniyê yên we li derve û hevpeyvînên we dane hene. Têkildarî van mijaran hûn dixwazin çi bibêjin? Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê ku li her derê cîhanê tên lidarxistin li Kurdistanê çima weke ‘delîla sûc’ tên dîtin?
Exlaq ne tenê pêkanîna fermanên îlahî ye, tê wateya kêmkirina êşan. Em bi exlaqê jinan, li dijî tiştên bi gelê me dane kişandin her dem têkoşiyan. Em baş dizanin ku hemû êşên tên kişandin bi wijdan û edaleta jinan dikarin werin başkirin. Ji ber vê yekê em dest ji qadan, ji derve bernadin. Zîhniyeta mêr a ku vê biryardariya jinan dibîne jî nasekine. Her kes dizane ku zîhniyeta mêr û dewletê yek e. Wekî ku jin bi salan e li qadan diqîrin dibêjin ‘mêr dikuje, dewlet diparêze’ rastî tam jî ev e. Di van rojên nêz ên ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li ser Jinan re, ji parlamentoyê bigre heta hemû deran, jin rastî şîdeta dewletê û mêr tên. Ji bo parlamenteriya hevalên me Saliha û Semrayê bixînin rojan dihejmêrin. Qet girîng nîn e; li cihê ku em li gorî zîhniyeta wan a tarî bin, bila wiha bikin, em vê yekê tercîh dikin. Dê dîrok îsbat bike kî terorîst e. Ji roja sendroma AKP’ê ya 7’ê Hezîranê ve, bi hezaran rêveberên partî û saziyên me, parlamenterên me bêsedem hatin girtin. Ji bo wan di hundir de bigrin, dozger û polîsan dest dane hev hewl didin sûcan çêbikin. Ez jî yek ji wan im. Min çi kiriye? Min civakeke dayiksalar kiriye armanc, ji bo vê yekê di çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de axivî me. Axaftinên xwe min zêdetir ‘bi zimanekî ku nayê zanîn û famkirin’ yanî bi ‘Kurdî’ kiriye û gelek tiştên din... Bi kurtasî min îtaet nekiriye û serî netewandiye. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo min sertîfakayên ceza amade kiriye. Cezayên ku min ji vê sertîfîkayê girtine ev in; Edene 6 sal û 3 meh, Amed 6 sal û 3 meh, dîsa Amed 22 sal û 3 meh, Colemêrg 5 sal. Dosyayên li Êlih û Şirnexê jî hê didomin. Dîsa herî dawî di 17’ê Cotmehê de ji dosyayek ku dê danişîna wê were kirin 43 sal ceza tê xwestin. Ez di girtîgehê de bim jî ez ê biaxivim. Weke jineke Kurd ez ê tu carî dest ji rastiyan bernedim gotina rast û pêwîst bibêjim.
“Ez şerm dikim behsa cezayên girtîgehan bikim”
Jixwe di îdianameya ku ji bo min hatiye amadekirin de behsa “biryar û îsrara sûcdar” tê kirin. Ez li hemberî berxwedana Emîne Şenyaşar û dayika Xalîse Elî Riza ku hestiyên kurê wan bi kargoyê ji wan re hatin şandin, berxwedana Dayikên Şemiyê şerm dikim behsa cezayên girtîgehê bikim. Ji êşên dayika Besra ya li ba me dimîne, kurekî wê di qetliama Pirsûsê de şehîd ket, kurekî wê 13 sal in girtî ye, nikare dengê du keçên xwe yên ku deng naça wan û nabihîzin di telefonê de jî bibihîze, tevî temenê xwe yê mezin û gelek nexweşiyên xwe 7,5 sal ceza girtiye şerm dikim. Ji ber wê tiştên ku em siyasetmedarên Kurd dijîn, li ba yên gelê me jiyane û dijîn tiştek nîn e.
“Jin dê di 25’ê Mijdarê de ji bo bilindkirina têkoşînê li qadan bin”
Em ê hesabê Jîna Emînî, Nagihan Akarsel û hemû jinên rastî şîdetê hatine bipirsin. Em êdî destûr nadin ku serdestiya mêr bi keda me, bi tunekirina me li ser piyan bimîne. Jin dê 25’ê Mijdarê careke din derkevin qadan bi dengekî biqîrin. Ji bo vê tarîtiyê bi dawî bibe, ji bo rojên xweş û azad û pêşerojên ronî; dema dema bilindkirina têkoşînê ye. Cehalet, tirs û şîdet bila bi dawî bibe, exlaq, bawerî û berxwedan bibe para me hemûyan.
13.10.2022
Xarpêt
Leyla Guven