Leyla Guven: Civak bi jinê re ava dibe
Leyla Guven ku di Girtîgeha Sîncane de tê ragirtin, ji bo ragihandina Geverê wek ‘Bajarê Jinan’ peyamek pîrozbahiyê şand û destnîşan kir ku divê Gever bi reng û feraseta jinê pêşengiyê ji jiyana demokratîk-komunal re bike.
Navenda Nûçeyan – Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlibûn û vîna jinan wek ‘Bajarê Jinan’ hat îlankirin. Piştî vê deklarasyonê, Leyla Guven a ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de girtî ye, ji bo pîrozkirina vê pêngavê peyameke bi wate şand.
Leyla Guven di destpêka peyama xwe de silavên xwe yên germ ji gelê Geverê re şandin û wiha got: “Ez di serî de gelê me yê Geverê yê têkoşer, berxwedêr, çalakvan û fedakar bi rêzdarî silav dikim û bejna xwe li ber keda wan ditewînim, destên dayikên kedkar maçî dikim.”
‘Gever çar beşên Kurdistanê di nav dilê xwe de dihewîne’
Guven, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê biryarê anî ziman û bal kişand ser taybetmendiya xweser a navçeyê: “Li gorî agahiyên ku me bihîstiye, Gevera rengîn wek 'Bajarê Jinan' hatiye îlan kirin. Em bi vê biryarê gelekî dilşad û kefxweş bûn. Belê, bi rastî jî hewce ye ku Gever bi rengê jinê, feraseta jinê ve pêşengiya jiyana demokratîk-komunal bike. Tê zanîn ku her bajarekî giyanekî xwe, taybetmendiyek xwe ya xweser heye. Gever ne tenê bajarekî Bakurê Kurdistanê ye, heman demê de çar beşên Kurdistanê di nav dil û hembêza xwe de dihewîne. Bê guman mînaka bajarê jinê ya Geverê, wê bandorê li hawirdorê xwe jî bike.”
‘Civak bi jinê re ava dibe’
Leyla Guven di berdewamiya peyama xwe de behsa rola jinê ya di avakirina civakê de kir û wiha domand: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, em êdî xwe, civaka xwe, dîrok û erdnîgariya xwe baş nas dikin. Civak bi jinê re ava dibe. Çawa ku stûnên malbatê her tim li ser milê jinan bilind dibin, mal û der bi destê jinan tê xemilandin, heman wextî stûnên bajêr jî pêwîst e bi çavdêriya jinê têşe bigirin. Pergala kapîtalîst heta niha her tim qala hunera destê jinan dikir, lê ji îro şûn ve bila qala aqilê jinan, jêhatiyên jinan û kolektîvîzma jinan bikin. Em dizanin ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan jiyaneke nûjen hatiye avakirin.”
Hevsengiya di rêveberiyê de û sîstema hevserokatiyê
Guven da zanîn ku baweriya gelê Kurd a bi jinê, hêzê dide têkoşîna wan û got: “Di cîhanê de hevserokatî bi rêxistina Kurdan re hat rûniştandin. Derket holê ku baweriya gelê Kurd bi jinê hîn zêde ye. Ev nêzîkatî hîn zêde hêz dide me; vîna jina ku em bajarê jinan hezkirî û bedewtir bikin. Di rêvebirina jinê de extiyar, ciwan, zarok, jin û mêr bi hevsengiyeke xurt bi hev re dixebitin. Wekî Serok Apo gotiye; 'Ax, Av, Roj têra her mirovekî dike.' Bes e ku em tenê bi hevaltî, hezkirin, zanabûn, xebatkarî û jêhatî tevbigerin.”
‘Em bi rihê xwe li gel we ne’
Leyla Guven peyama xwe bi silavkirina jinên Geverê û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî kir: “Hevalên hêja, jinên delal; em jî wekî jinên ku di zindana Sîncanê de dîlgirtî ne, bi rihê xwe li gel we ne. Xebatên ku hûn li Geverê bi reng, deng û îradeya jinê dimeşînin, ji niha de xeyalên me dixemilînin. Hêviya me ew e ku em bên gel we û mil bi mil bi hev re ked bidin, kar bikin û xebatan bimeşînin. Em bi van hestan dîsa bajarê jinê li tevahiya jinên Geverê û gelê Geverê pîroz dikin, di xebatên we de serkeftinê dixwazin.
Jin Jiyan Azadî.”