Leyla Abdullah bû Sekretera Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê

Leyla Abdullah bi piraniya dengan weke Sekretera Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Leyla Abdullah ku ji ragihandinê re axivî, diyar kir ku duh ew bi 38 dengên endamên Desteya Giştî ya Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê re, weke sekretera Yekitiya Jinên Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Leyla Abdullah diyar kir ku ew ê ji bo xizmet, navê Yekitiya Jinan û hemû jinan bixebite û got; “Weke her carê em ê xizmeta hemû jinan bikin, çi jinên ji derveyî Yekitiya Jinan be yan jî di nav de be, em ê xizmeta hemû jinên ku li Herêma Kurdistanê mêvan in jî bikin. Em cudahiyê nexin navbera tu jinan û wê xizmeta me weke her carê bidome.”