Leşkerên di dema şerê Guatemala de destdirêjî li jinan kirine hatin sezakirin

Dadgeha Bilind a Guatemala 30 sal cezayê girtîgehê da 5 leşkerên di dema şerê navxweyî de destdirêjî li dehan jinên Miya kiribûn.

Navenda Nuçeyan - Di şerê sala 1960-1996’an li Guatemala de nêzî 200 hezar kes hatin kuştin yan jî kiryarê wan nediyare. Di şer de talan, wêran û êrîşên zayendî jî ziyanek mezin dan herêmê. Di sala 2016’an de dû leşkerên berê bi tometa kuştin, destdirêjî û kolekirina jinên xwecihî bi 360 sal sezayê girtîgehê hatin sezadan. Leşkerê weke endamê parastina sivîlan dihatin zanîn ku tewan pêkanîbûn dan diyarkirin ku ji wan 36 jinên bûne qurbanî temenê wan di navbera 12-35 salî de bûn.
“Di şerê Guatemala yê de destdirêji li gelek jinan hat kirin”
Antonyane Vaîlî ku wê demê ji kuştinê rizgar bû û got: “Destdirêjî li gelek jinan hat kirin, ew êşa ku maye hîna jî di nava dilê me de ye.”
“Ez û dayika xwe ya ducanî rastî destdirêjiyê hatin”
Maksîma Girasya yek din ji rizgariyane da znaîn ku dema ew 7 mehî dû canî bû rastî destdirêjiyê hat û dayika wê jî 8 mehî dû canîbû destdirêjî lê hat kirin û hat kuştin.
5 leşkerên tecawîzkar hatin cezakirin
Komisyona Bilind a Mafê Mirovan a Netwên Yekgirtî Guatemala yê got: “Ev sezaye pêşengiyekê nîşanî gîştî mafên rastî û dadperwerî û jinên bûne qorbaniyên destdirêjiya zayendî di demê şer de dike.”