Leila Hosseinzadeh dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiya siyasî Leila Hosseinzadeh ya ku dema bavê wê çûbû cem wê ferzkirina hîcabê red kiribû û ji ber vê hevdîna wê ya bi malbata wê re hatibû astengkirin, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Leila Hosseinzadeh meha Tebaxa îsal ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû îşkencekirin û girtin. Leila Hosseinzadeh beriya niha di peyama ku bi rêya malbata xwe şandibû de ragihandibû ku ew weke girtiyên jin li girtîgeha ku lê tê ragirtin, di bin her şert û mercî de têkoşîna xwe ya li dijî çewisandina bi darê zorê didomînin û jinan ferzkirina hîcabê red kirine.

'Dijqanûnê'

Li gorî nûçeya ku ji aliyê Meclîsa Yekitiya Xwendekarên Îranê ve hatiye weşandin, Leila Hosseinzadeh a ku di 6’ê Mijdarê de dema bi bavê xwe re hevdîtin pêk anî nexwest hîcabê girê bide, hevdîtina wê ya bi malbata wê re hatiye astengkirin. Hate diyarkirin ku Leila Hosseinzadeh dest bi greva birçîbûnê kiriye. Meclîsa Yekîtiya Xwendekaran tevî bidawîbûna lêpirsînê bertek nîşanî dirêjkirina keyfî ya biryara binçavkirina demkî da û diyar kir ku girtina Leila Hosseinzadeh di girtîgehê de û bêparkirina mafê wê yê danûstandina bi malbata wê re dijqanûnê ye.

Gelek caran rastî zextan hat

Leila Hosseinzadeh di sala 2018’an de hatibû girtin û piştî du hefteyan bi kefalet hatibû berdan. Di Tebaxa 2019’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 30 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û qedexeya derketina derve lê hate birîn. Leyla Hosseinzade di Adara 2020’an de sewqî Girtîgeha Êvînê hatibû kirin. Li hemberî zextên gelek caran binçavkirin û girtinan, Leyla Huseyînzade herî dawî di Kanûna 2021’an de hatibû girtin. Leyla Hosseinzade ku nexweş e, nayê dermankirin. Leila Hosseinzadeh Sekretera Encumena Sendîkaya Navendî ya Xwendekaran û xwendekara lîsansa antropolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ye.