Li Behra Manşê keştiya penaberan noqî avê bû

Di Behra Manşê a di navbera Fransa Brîtanyayê de keştiya penaberan noqî avê bû. Di encamê de yek jê zarok 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Polîsê Fransî ragihand ku keştiya penaberên ku dixwestin ji herêma nêzî bajarê Wimereux Kanala Brîtanyayê derbas bikin noqî avê bû.

Rayedarên Ewlehiya Peravê ya Fransayê ji ajansa Reutersê re ragihandin ku polîs li peravê nêzî cihê bûyerê dixebitin û li wir gelek cenaze hene. Li gor nûçeyên ku hîn rastbûna wan nehatiye piştrastkirin, cenazeyê 5 kesan ku di nav wan de keçeke 4 salî jî heye hatiye dîtin.

'Nêzî 100 penaber hatin rizgarkirin'

Li gorî rojnameya La Voix du Nord a Fransayê, îro serê sibê di operasyonên ku sê helîkopter û gelek keştiyên rizgarkirinê beşdar bûn de, nêzî 100 penaber hatin rizgarkirin. Rojnameya The Telegraph a Îngilîstanê di nûçeya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku ji Boulogne, Calais û Dunkirkê tîmên hawarçûnê, ekîbên polîsan û personelên ewlekariya peravê şandine cihê bûyerê û hat diyarkirkirin ku berpirsiyarê sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) balafireke girêdayî rêxistina Frontex ku berpirsyarê sînorên derve ye jî li esmanê herêmê geriyaye. Gelek dronên keşfê jî ji bo çavdêriya keştiyên din ên li behrê hatin şandin.

Berdevkê Ewlehiya Peravê diyar kir ku îro danê sibê gelek botên penaberan hewl didin ji Kanala Brîtanyayê derbas bibin. Hêjayî gotinê ye ku ev rewş yekser piştî ku Brîtanyayê plana şandina hin penaberan bo welatê Rwandaya Rojhilatê Afrîkayê pejirand, derket. Plana ku erêkirina Meclîsa Avamê wergirtiye, ji bo ku bê tetbîqkirin divê îmzeya Qralê Brîtanyayê Charles III jî werbigire.

Li gorî daneyên ku duh Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê parve kir; Di çar mehên destpêkê yên îsal de ji sedî 24 zêdebûnek li ser keştiyên penaberan ku bi rêya behra Manşê  digihêjin Brîtanyayê. Ev hejmar di navbera Çile-Nîsana 2023’an de 5 hezar û 49 bû, di çar mehên ewil ên îsal de bû 6 hezar û 265.