Lava Şingalî: Li qada 8’ê Adarê em ê bersiva êrişan bidin

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Lava Şingalî, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Şengalê û got ku tevî hemû êrişan jî ew ê di şahiya 8’ê Adarê de bersivek xurt bidin êrişan û bang kir ku jin bi coş û heyecan berê xwe bidin Geliyê Kersê.

Şengal – Li Şengalê ku piştî fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an 8’emîn 8’ê Adarê bi rêxistinbûnê pêşwazî dikin çalakiyên jinan ên cihêreng didome. Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Lava Şingalî, der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, êrîşên li dijî Şengalê û giliya li dijî PDK’ê hat kirin her wiha nameya ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo piştgiriya giliyê pêşkêş kir de axivî.

‘Em ê hemû rojan bikin roja tekoşînê’

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Lava Şingalî, 8’ê Adarê li hemû jinên ku xwe di berdêla azadiyê de feda kirine pîroz kir û wiha got: “Di kesayeta Sakîne Cansiz, Evîn, Zîlan, Nazê, Nûjiyan em bi sedan şehîdên ku ji bo jiyana azad xwe feda kirin bi bîr tînin. 8’ê Adarê wateyekî xwe ya girîng heye. Rêber Apo dibêje pêwîst e ji bo jinan hemû roj bibin rojên têkoşînê. Di berdêla 8’ê Adarê de 129 jin hatin qetilkirin. Îro em weke jinên Êzidî ala wan bilind dikin û tekoşîna xwe li ser asta cîhanê bihêz dikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo riya me ya têkoşînê ronî kiriye. Serhildana Jin Jiyan Azadî îlhama xwe ji fikrên Rêber Apo girtiye. Jinên Efxan jî dibêjin me îlhama xwe ji jinên Kurd girtiye. Em van hemûyan weke serkeftina xwe dibînin. Wê ev tekoşîn demkî nebe, wê daîmî be. Li Şengalê em ê li dijî zihniyeta mêr têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Tu tişt li pêşiya tekoşîna me nabe asteng’

Lava Şingalî, da zanîn ku ew ê tevî êrişên li ser xwe jî têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got: “Mixabin di pêşwazîkirina meha Adarê de, em rûbirûyê êrîşên hewayî man. Di encama êrîşê de hevalê Sedûn şehîd bû lê belê wê ev êrîş li pêşiya têkoşîna me nebin asteng. Em ê di şahiya li Geliyê Kersê de bersivek bidin dijmin ku tevî hemû êrîşan em hene û em li vir in. Ji bo wê jî em bang li hemû kesan dikin ku bi coş û heyecan berê xwe bidin Geliyê Kersê û 8’ê Adarê pîroz bikin.”

Lava Şingalî, bang kir ku tevli kampanyaya TAJÊ bibin û wiha got: “Kampanyaya ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 3’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê” dest pê kir wê heta 3’ê Tebaxê bidome. Em bang li hemû kesan dikin ku di asta cîhanî de piştgirî bidin kampanyayê.”

‘DAIŞ’ê bi hevkariya PDK’ê ferman anî serê Şengalê’

Lava Şingalî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser giliya ku li ser PDK’ê hatiye kirin û nameya ku TAJÊ ji bo piştgiriya giliyê wan şandiye de axivî û wiha got: “Di 31’ê meha Çileyê de ji aliyê rêxistina sindoqan ya kampanyayên Kurdistanê, giliyek li ser sûcên ku PDK’ê kirine û dike li Amerîkayê hatiye kirin. Bi taybetî gilî li ser Mesrûr Berzanî û pratîkên wî hatiye kirin. Em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi riya nameyekê me piştgirî da giliya wan. Weke tê zanîn fermana ku di sala 2014’an de hat serê civaka me ya Êzidî, bi destên Çeteyên DAIŞ’ê û bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk bû. Di encama wê fermanê de bi hezaran keç û jinên Êzidî ketin destên çeteyan û hê jî çarenûsa gelekan ji wan ne diyar e. Siyaseta ku îro dimeşîne ji fermanê ne cuda ye. Rojane propagenda li ser Şengalê dikin û dixwazin vegerin. Me jî di wê nameya xwe de bal kişandibû ser reva PDK’ê û siyaseta ku îro ji bo vegere Şengalê dimeşîne.”

‘Em ê tekoşîna xwe bilind bikin, xiyanetkaran deşîfre bikin’

Endama dîplomasiya TAJÊ Lava Şingalî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser du xalên sereke yên nameyê û wiha got: “2 xalên sereke yên nameyê ev in. Yek ew e ku komên serbixwe bên Iraqê û serdana Şengalê bikin. Ya duyemîn jî ew e ku ji ber sûcê ku PDK’ê li dijî civaka Êzidî kiriye, li bê darizandin. PDK propagandayên derewîn û pir tiştan dike ji bo ku raya giştî bixapîne lê em weke jinên Êzidî û civaka me bi giştî baş dizane ku lîstikên wan vala ne. Em weke jinên Êzidî xiyaneta wan û lîstikên wan çi bûn û niha çawa ne dizanin. Em ê hemûyan eşkere bikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em amade ne. Em ê heta PDK  bê darizandin têkoşîna xwe bilind bikin.”