Kujerê 15 jin û 19 zarokan dewleta Tirk e!
Ji 27’ê Mijdarê heya niha dewleta Tirk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 15 jin û 19 zarokan qetil kir. Di êrişên dagirkeriyê de herî kêm 7 jin û 25 zarokan jî birîndar kir.
Navenda Nûçeyan – Şoreşa Jinan a di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, bi şerê li dijî dijminê jinan ê DAIŞ’ê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa Jinan a ku li ser bingeha paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi pergalî kir, ji bo jinan di hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî de destkeftiyên mezin bi xwe re anî. Piştî ku herêm bi tevahî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, êrîşên dewleta Tirk di sala 2017’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ango li dijî Şoreşa Jinan destpê kir. Bi gotinekê din, dewleta Tirk ji ‘DAIŞ’iyên ku ji tîlîliyên jinan ditirsiyan’ re got ‘di şûna we de ezê li hemberî van jinên azadîxwaz şer bikim.’ Ji sala 2017’an heya niha bi sedan jinên ku xwedî li şoreşa xwe derdiketin, hatine qetilkirin.
Kujerê jinan dewleta Tirk e
Bi êrîşên ku komên cîhadîst ên HTŞ’ê di 27’ê Mijdara 2024’an de li ser Helebê destpê kirin re, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Şoreşa Jinan gihîşt merheleyek nû. Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Şehba û Til Rifetê ku bi hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bûbûn lê dijiyan, xelk carek din koçber bûn. Li Minbica ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin jin hatin qetilkirin, neçarî koçberiyê man.
Li gor agahiyên ku di ragihandinê de cîh digirin, ji 27’ê Mijdarê heya niha dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 jin û 19 zarok qetil kirin. Di êrîşên dagirkeriyê de hêrî kêm 7 jin û 25 zarok jî birîndar bûn.
*29’ê Mijdarê: Di 24'ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê topbaran kir. Rosêl Mihemed Xelef (13) a di êrişê de jî birîndar bû, di 29’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da.
*30 Mijdar: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezin ê bajaroka Şêrawaya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di topbaranê de zarokek birîndar bû.
*2 Kanûn: Welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Hiso û hevjîna wî dema dixwestin ji bajarê Til Rifetê herin Efrînê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin gulebarankirin. Di gulebaranê de jinek birîndar bû.
*Malbatek Efrînî gava ji Şehbayê bi erebeya xwe diçû Helebê, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li hember erebeya wan sûîqastek hat lidarxistin. Di êrişê de, sê jin birîndar bûn. (Hiyam Yûsif Reşîd û Ancî Yûsif Reşîd û dayika wan)
*Çeteyan 1ˈê Kanûnê ji sê aliyan ve (rojava, bakur û rojhilat) êriş li dijî şêniyên li Şehbayê dan destpêkirin. Di encamê de bi hezaran malbatên ji koçberên Efrînê ber bi deriyê Ehdas-Fafîmê yê başûr ê nêzî bajarê Helebê ve koçber bû. Çeteyên dewleta Tirk gelek caran karwanên koçberan asteng kirin û pêkanînên dermirovî li dijî wan kirin. Henan Mihemed Mecûnû (36), Henan Mihemed Mûşû (62), Nazê Xelîl Elo (42) di êrişê de hatin qetilkirin.
*4 Kanûn: Pitikê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî ku di rêwîtiya dirêj a ji Şehba heta Reqayê de serma girtibû, li sitargeha li stadyûma Şaredariya Reqayê jiyana xwe ji dest da.
*5 Kanûn: Di êrîşa li ser gundê El Bû Zaxê de jina bi navê Zehra Elî El Ceban a 23 salî hat qetilkirin.
*Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê de Sara Hac Hisên (30) a ji gundê Ereb Hesen ê li bakurê kantona Minbicê ye, birîndar bû.
*Di encama êrîşa li ser gundê Faratê yê Minbicê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) jiyana xwe ji dest da û jina bi navê Seîda El Ferec (45) jî bi giranî birîndar bû.
*7 Kanûn: Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Cib Mexzomê de welatiya bi navê Fetome El Mihemed (23) birîndar bû.
Komkujiya Eyn Îsayê
*8 Kanûn: Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrîşî gundê Misterîha yê li rojavayê bajarê Eyn Îsa kir. Di êrîşê de 6 jê zarok 12 kes hatin qetilkirin. Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne: Îbrahîm El Îdo, Ruqeya Mihemed, Kewser El Îdo, Loma El Îdo, Ebdulqadir El Îdo, Mihemed Mistefa El Îdo, Tirkiye El Îdo, Zemenzem Mistefa El Îdo, Neda Mistefa El Îdo, Fitêm Hebeş El Îdo, Îsmaîl Mehmûd El Îdo.
*9 Kanûn: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Kon Eftar ê li gundewarê başûrê rojavayê Kobanê hedef girt, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin.
10 Kanûn: Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Ceida Mezin ê Kobanê de zarokê 12 salî Mehmûd Şêx Elî hat qetilkirin. Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) di heman êrîşê de birîndar bûn.
*3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên bi navê Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi hovîtî hatin qetilkirin.
*Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Sefiya yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê de 2 jê zarok (Casim Silêman û Husam Silêman), 2 jê jin (Delal Silêman, Nadiya Silêman) 8 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin.
*11 Kanûn: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pira Qereqozaqê êrîşî erebeyekê kir. Di erebê de 11 kes hebûn. Di êrîşê de jineke 60 salî ya bi navê Zahîde Kosî hat qetilkirin û neviyê wê Ciwan Berkel ê 8 salî jî birîndar bû.
19 Kanun: Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê êrîşên dewleta Tirk a dagirker, komên çete yên girêdayî wan û berxwedana li dijî wan dişopandin, di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin.
21 Kanûn: Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li gundê Orm el Suxra yê rojavayê gundewarê Helebê bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 8 zarok birîndar bûn. SOHRˋê diyar kir ku li gundê Hîsan ê rojavayê gundewarê Dêrazorê jî bombeyek teqiyaye, di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest daye.
22 Kanûn: Di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Cadê yê başûrê Kobanê ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Nesîm Xelef (12) û dayika wê Sewsen Xelef (35) hatin qetilkirin.
23 Kanûn: Çeteyên dewleta Tirk li Minbiçê destdirêjiyê li zarokek 7 salî kir.
5 Çile: Li gundê Reşîdiyê yê Şedadê 5 zarok ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn. Navên zarokên birîndar, Beşar Basil El Hisên, Sened Elî El Hisên, Macid Hisên El Elî, Hisên Elî El Hisên û Dawûd Elî El Hisên e.
9 Çile: Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser karwanê sivîlan ê ji bo parastina av û axa xwe diçûn Bendava Tişrînê. Di êrîşê de Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya) jî di nav de 3 kes hatin qetilkirin. Piraniya wan jin 15 kes jî birîndar bûn.
11 Çile: Dewleta Tirk û çeteyên wî li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encamê de zarokên bi navên Hanî Elî El Şewax (16) û birayê wî Casim Elî El Şewax (11) birîndar bûn.
*Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê kantona Firatê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13) di êrişê de hatin qetilkirin. Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2), Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5) û dayika wan jî birîndar bûn.