Krîza Avhewayê zêdetirî 1.5 milyar jin di xetereyê de ne
Rêxistina Jinan a NY (UN Women) hişyarî dide ku encamên guherîna avhewayê ku ji ber newekheviyên aborî û zayendî zêde dibin, barek nehevseng li ser jin û zarokên keç çêdike.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên heyî yên Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women), li seranserê cîhanê herî kêm 1.5 milyar jin û zarokên keç, ji sêyan yek zêdetir ji nifûsa giştî ya jinan, li herêmên ji ber krîzên avhewayê, bêewlehiya aborî û newekheviya zayendî, di xeteriyek mezin de dijîn. Di rapora bi navê ‘D i Serdema Krîza Avhewayê de Wekheviya Zayendî’ ku hemwext bi Konferansa Guherîna Avhewayê ya NY (COP31) re hat weşandin de, rêxistin hişyar dike ku jin û zarokên keç li welatên ku ji krîza avhewayê herî kêm bandor bûne, di nav komên herî bê parastin ên encamên wê de ne.
Heta sala 2050’yan 141 milyon jin û zarokên keç dê ber bi xizaniyek tund ve herin
Li gorî raporê, ger ev meylên heyî berdewam bikin, guherîna avhewayê, di senaryoya herî xirab de, dikare heta sala 2050’yan 141 milyon jin û zarokên keç ber bi xizaniyek tund ve bibe. Wekî din, analîzek li ser daneyên ji 24 welatan, nîşan dide ku zêdebûna yek pileya Celsius di germahiyên navînî de bi kêmbûna dahata jinan a li gorî ya mêran ji sedî 34 mezintir radixe ber çavan. Rapor vê newekheviyê bi derfetên sînorkirî yên jinan ku piştî windabûna berhemên çandiniyê derbasî karên ne çandinî bibin an jî koç bikin ve girê dide.
Îhtimala destdirêjî li dijî zarokên keç zêde dibe
Bandorên krîza avhewayê ne tenê bi debara jiyanê û dahatê ve sînordar in. Li gorî daneyên ji 14 welatan, UN Women destnîşan dike ku rûbirûbûna bi hişkesaliya dijwar û dirêj re, îhtîmala tundiya zayendî li dijî zarokên keç û jinên ciwan bi rêjeya ji sedî 21 zêde dike. Rêxistin her wiha hişyar dike ku kêmbûna çavkaniyan, koçberbûna nifûsê û windakirina debara jiyanê dikare, faktorên bingehîn ên tundiya li ser bingeha zayendî hîn xirabtir bike.
1.8 milyar mirovên li malên xwe nikarin avê bi dest bixin
Zêdebûna berpirsyariyên lênêrînê yên bêpere encamek din a newekhev a krîza avhewayê ya li ser jinan e. Li gorî daneyên di vê raporê de, di nav 1.8 milyar mirovên ku li malên xwe nikarin avê bi dest bixin de, jin di du an sê malbatan de berpirsyara sereke ya dabînkirina avê ne. Ziwabûn, kêmbûna avê û encamên karesatên xwezayî barekî zêde li ser jinan datînin û ew neçar in ku bêtir dem û hewldanê ji bo dabînkirina hewcedariyên malbatê û lênêrîna endamên malê yên bandor dibin terxan bikin.
Ji sêyan yekê van planan pirsgirêkê çareser dikin
Her çend ev newekhevî di belgeyên polîtîkayê de têne qebûlkirin jî, di navbera naskirina pirsgirêkê û avêtina gavên berbiçav de valahiyek girîng heye. Her çend ji sedî 73’ê welatan di planên xwe yên neteweyî yên avhewayê de xeteriyên taybet yên zayendî yên ji guherîna avhewayê çareser dikin jî, tenê ji sêyan yekê van planan bi berfirehî pirsgirêkê çareser dikin. Wekî din, beşdariya jinan di pêvajoyên biryargirtina polîtîkaya avhewayê de sînordar dimîne. Li seranserê cîhanê, jin tenê ji sedî 12’ê peywirên asta wezîran di qada enerjiyê de digrin.
UN Women banga nêzîkatiyek hestiyar a li gorî zayendê ji bo dabeşkirina fînansa avhewayê kiriye, ku gihîştina wekhev a jinan ji bo çavkanî û derfetên aborî misoger bike, beşdariya wan a bi bandor di pêvajoyên biryardanê de misoger bike û piştgirîya parêzvanên mafên jîngehê bike. Rêxistin tekez dike ku jin û zarokên keç divê di nav siyaseta avhewayê de tenê wek ‘komên bêparastin’ neyên dîtin. Rêxistin diyar dike ku berovajî vê, divê ew di sêwirandin û bicîhanîna çareseriyan de ji bo têkoşîna li dijî krîzê xwedî rol û hêza biryardanê bin.