Kovara Jineolojiyê bi dosyaya pandemî derket
Kovara Jineolojiyê bi hejmara taybet a dosyaya bi sernavê "Pandemî mîna amûra qirkirina civakê" derket.
Navenda Nûçeyan- Kovara Jineolojiyê bi hejmara taybet a dosyaya bi sernavê “Pandemî mîna amûra qirkirina civakê” bi xwendevanên xwe gihîşt hev.
Kovara ku sê mehan carekê derdikeve, di vê hejmara taybet de; balê dikşîne ser qeyrana civakî, siyasî, aborî, ekolojîk, tenduristî û qeyrana zayendî ya civakî ku ji ber pandemiya di asta kûrewî de hatiye jiyîn.
Di pêşgotina hejmara taybet de wiha hatiye gotin:
Em ê di dosyaya xwe ya taybet a "Pandemî mîna amûrek qirkirina civakê" de, hewl bidin şewbên ku di dîrokê de hatine jiyîn çawa bandor li jiyanê kirine û têgehên wekî nexweşî, şewb û paqijiyê çawa hatine dîtin, dîsa li ser 'civak/tenduristiya gel' û ‘civakîkirina tenduristiyê' û li ser pêvajoya veguhertinê û îmkanên rêxistinî yên van têgehan’ nîqaş bikin. Baş e çi têkiliya pandemiyê bi qeyrana avhewayê re heye? 'Rêxistinên ku dê li dora pergalên alternatîf ên wekî 'civaka ekolojîk', 'pîşesaziya ekolojîk' û 'aboriya komunal' bi pêş bikevin gelo dikarin bibin panzehîra pandemiyan? Di heman demê de, mirov çawa dikare pêşerojê di nava vê pandemiyê texmîn bike? Me hewl da em hest û ramanên jinên ji gelek deverên cîhanê bigihîjînin hev, bi dosyaya xwe ya taybet a pandemîk ku tê de me hewl da bersiva van hemû pirsan bibînin û ji we re ragihînin.”
Dosyaya taybet a kovarê li ser malpera web a "www.jineolojidergisi.com"ê ye.