Kovara Jinê bi berga 'Berxwedan û Azadî' derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga "Jin hem ji bo berxwedan û hem jî di aştiyê de ber bi azadiyê ve dimeşin" derket.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ya ku bi dîjîtal weşanê dike, di hejmara xwe ya 107'an de bal kişand ser têkoşîna ku jinan ji bo azadiyê daye û têdikoşe. Kovara Jin vê hefteyê bi berga “Meşa Jinan a Azadiyê hem ji bo Berxwedan û hem jî ji bo Aştiyê” derket.
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
Ev bang ji bo jiyana azad a jinê ye / Rûşen Seydaoglu
Azadiya jinan:Ronesansa civaka demokratîk / Gulizar Îpek
Newroz: Azadiya Agir û Berxwedana Jinê / Fatoş Stêrk
Bêhna sêvê ya sedsala 20'emîn / Rojbîn Deniz
Roja jin dibêjin êdî bes e / Oya Açan