Kovara Jin bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket

Hejmara 74’emîn a Kovara Jin bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve, Hejmara 74’emîn a Kovara Jin vê hefteyê bi berga “Hafizeya qirkirinê ya Êzidiyan û avakirina pêşerojê” derket pêşberî xwendevanên xwe.  Di hejmara nû ya kovarê de qirkirina Êzidiyan û şêweyê têkoşîna li dijî vê qirkirinê û avakirina jiyana nû tê vegotin.

Nivîsên di hejmara vê hefteyê de cih girtî wihane:

* Berxwedana Jinên Êzidî / Hevpeyvîna bi Riham Haco re - Koma Kovara Jin

* DAIŞ’ê bi taybet jî jin hedef girt / Hevpeyvîna bi Berfîn Hezil re: Koma Kovara Jin

* Soza me ya ji bo jinên rojê di welidînin e: Em ê faîlan bidarizînin / Cemîle Turhalli

* Hafizeya qirkirinê ya gelê Êzidî / Feleknas Uca

* Sirgun û qêrîna berxwedanê / Dîlan Bebleşîn