Kovara Jin bi berga ‘Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê’ derket

Hejmara 67'emîn a Kovara Jin bi manşeta “Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, vê hefteyê hejmara 67’emîn a Kovara Jin bi berga  "Di sêgoşeya 'Mêr-dewlet-malbat'ê de têkoşîna jinê" derket.

Di Kovarê de  bal kişand ser têkoşîna jinê ya li dijî feraseta baviksalarî û desthilata mêr û cih da avakirina "Malbatê" û bi polîtîkayên malbatê dixwazin jinê çawa bi teşe û sînor bikin. Kovarê bal kişand ser têkoşîna jinê ya di malbatê de tê hepiskirin û ev yek wekî êrişa li dijî destkeftiyê jinan pênase kir.

Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:

*Hewl didin çîmentoya malbatê zexm bikin/Oya Açan

* Faşîzma ku bilind dibe çima pêdiviyê bi "Malbatê" dibîne / Adalet Kaya

* Malbatek demokratîk pêkan e? / Ebru Gunay

* Di dorpêça cemaetê de têkoşîna jinan û 6284 / Çigdem Goksoy- Komeleya Jinê ya Mimoza

* Bajarê ku hatiye zayendkirin / Buildings Cities- Werger